OSMAN KAPAN
Gotinên gel ji çavdêriyê ne û her gotin xwedî ezmûnek e. Ango gotin bêezmûn nabe biwêj. Îca dema ku “Zindan bîra bê binî ye“ tê gotin ji du wateyan ve tê gotin. Yek; bîra meriv kor dike, hiş di serê meriv de nahêle. Dudo; “kesî ku kete zindanê nîv miriye…“ Bi vê mabestê gel di nava xwe de têgeheke wiha afirandiye û razeke afsûnî dane vê têgehê.
Dagirker ji bona ku desthilatdariya xwe bi rê ve bibin, çoyekî çend çiqil çêkirine û bi serê her çiqilî ve zagonek alandine, ew çiqil jî bi wan zagonan dibe çend şaxikê din, ango êdî wekî axtepot li her hêlê xwe dipêçin û xwe gihandin asta xwedayê jor. Bi gotineke din, bi vê yekê hêzeke “xwedayî“ bi dest xist. Ji van çiqila bi pirranî yek jê jî bi zordarî tirs xistina nava mirov e. Îca çiqil li çiqil zêde kirine. Çiqilên tirê; zindan, mişext kirin, desteserkirina mal-milk û hwd. Wekî amûrekî jêneger tim hatine bikaranîn.
Di çîrok û metelokên me Kurdan de têgeha; “heft sal, heft şev û rojan…“ pirr tê bikaranîn.(Di wêjeya rojhilatanavîn de jî ev têgeheke bingehîn e.) Lewra li gorî berê demên berê heft salan hinek vedigeriyan mala xwe, wê demê bi bûyerên din re rû bi rû diman. Mînak; carina dema ku hinek dihatin malê, di nav nivîna hevsera xwe de xortek didîtin û ew dikuştin, piştre derdikete holê ku xort lawê wî ye! Em çi bêjin çîrok in, zarokên çîrokan jî zû mezin dibin, lewra sal pirr dirêjin! “… Filankkes heft salan di zîndana bê binî de ma, laşê wî riziya, çavên wî kor bûn, ma li ber dîwaran! Heft salî ma li xerîbî ye, dema vegeriya ne wî kes nas kir, ne kesî ew nas kir. Ji qehra dîn bû bi çolê ket…“ çîrok wisa didomîn.
Tişt hene gotin û terîf kirin ne têra wan dike, ne jî dikare pênase bike. Her gotin ji bo bûyerên hatî jiyandin kêm dimîne. Ji ber wê divê meriv bijî, encex yên jiyane dikarin bûyerê bi gotinê dagirin û bi seyînin! Ya rast tiştin hene meriv bijî jî nikare bi gotinan bîne ziman. Lewra hîn têgehên ku her tiştî raber bikin nehatine sazkirin. Lê bêyî gotin û pênase kirinê jî nabe. Ji wê ye çîrok, metelok, mesele û helbest hene. Îca heft sal welê bi lêv dibin tu dibêje qey nîvê temen e. Nexwe wê demê di zindanê de,l i mişextiyê heft salan diman, heft salan bi hesret dijîn… çi dijîn, çawa dijîn? Hin jê raz bûn, hin jê ji nav lêvan filitîn…
Raz, carina bi meriv re diçin gornê, carina meriv li ber ba berdide, dibine gote got, metelok û li ser lêvan dgerin. Li koşk û eywanan dibine mêvan, piştre li kolanan belav dibin. Herî dawî dibine gelnasiya gelan.
Bingeha gelnasî welê dest pê dike. Îca ti gotin an jî metelok wekî dema pêşî hatî gotin namîne. Her yek çend gotinan li cem xwe lê zêde dike, girîş gewre dibe û gel li gorî wê ji xwe re dike rêûresm. Ew rêûresm êdî rikne, gel xwe li gorî wan gerdîşeyan bi pergal dike.
Ew merivên ku heft salan dimane di zindana bêbinî de, dimane li mişextiyê çi dijiyan, hestên wan çawa bûn, di henaseya dawî de çi di dilê wan de, di hişê wan de dima, hîsa wan çi bû? Em zêde nizanin. Lêbelê li gorî zanyariya psîkolojiyê insan herî zêde ji çi hez bikê û tişta bixwaze ku pêk werê, ew heya henaseya dawî li ser ziman, di dil de lê dide. Erê em hest û kedera di dil de çûyî nizanin. Dibe ku meriv tiştina razber texmîn bike jî, lê texmîn û rastî ji hev dûr in.
Belê me got; zindan bîra bêbinî ye. Wekî asik digere û mirovan dihêre. Jixwe ku meriv bê armanc be, ew as mirov hûr hûr dike. Merivekî di heft salan de dihate hêrtin, roja me ya îro sih salî, jê û wir de zindî dimînin, bi coş û moral li ser lingan, ji hêla giyanî û wizeyî ve difûrin!
Çima girtiyên doza azadiya Kurdîstanê sih û piştî sih salî ewqasî li ser xwe û berxwedêr in, bi çi moral û motîvasyonê welê zindî dimînin? Bi destûra we di nivîsa xwe ya pêş de em ê behsa wê bikin.