- “Bi taybet ew nivîskar û ragihandina ku di nivîsê de zêdetir peyvên biyanî dinivîsin, divê zêdetir zimanê sade bikar bînin. Hingî van peyvên biyanî bikar bînin, wê zimanê Kurdî zêdetir biçûk bibe. Ev jî wiha dike zimanê Kurdî ber bi tinebûnê ve biçe.”
Mamosta û pisporên ziman bal kaşandin ser bandoriya ne baş ya medya Kurdî li ser zimanê Kurdî û diyar kir ku zimanê medya Kurdî xerabe û gotin: “Divê saziyên ragihandinê, zêdetir zimanê sade bikar bînin. Heta ku peyvên biyanî bikar bînin, wê zimanê Kurdî jî zêdetir paş bikeve.”
Mamosta û pisporên ziman têkildarî rewşa zimanê Medya Kurdî ya li Başûrê Kurdistanê axivîn.
‘Ziman hîmê nasnameyê ye’
Mamostayê Zimanê Kurdî û Lêkolînvanê Ziman Hewkar Hesen got: “Ziman weke amûrek peywendiyê di nava civakê de weke hîmê nasnameya neteweyî tê danîn û girîngiyek zêde ya xwe heye. Her çiqas piştî raperînê komek saziyên ragihandinê ava bûn, lê nekarîne ji bo zimenek yekgirtû û rêzimek yekgirtî bandoriyê li ziman bikin. Lê pêwîst bû ragihandin çavdêriya ziman bûya.”
‘Medya girîngî nade zimanê Kurdî’
Hewkar Hesen diyar kir ku eger di medya Kurdî de temaşeyî xalbendiya rêziman, peyvsazî û hevokan bikin, wê were dîtin ku niha di astek xerab de ye, lê pêwîst bû di hewlda çavdêrkirina ziman de bûya, got ku lê di arasteyek xerab de çûye û wiha domand: “Di medya Kurdî de bi wî awayî girîngî bi zimanê Kurdî nehatiye dayîn ku medya bibe cihê perwerde û pêşxistina zimanê Kurdî. Parastina ziman, parastina gencîneya bîra mirovatiyê ye. Parastina bîra neteweyî, çand, şaristanî û nasnameya neteweyî ye. Lewma divê bi her awayî nêz bibin.”
Lêkolînvanê Wêje û Ziman Remezan Hesen diyar kir ku bandoriyek mezin a ragihandinê li ser ziman heye û got: “Lê, mixabin ragihand ewqas di xema ziman de nîne ku bikare ew gotinên nû yên dikevin nava zimanê Kurdî bikin Kurdî. Gelek gotinên ku têxin di nava ziman de, weke heyî dixin nava ziman de. Lê dikarin ji bo xizmeta zimanê Kurdî peyvên nû jî diyar bikin. Lê, gelek caran peyvan bêdestkarî weke xwe didanin.”
‘Ji dêvla peyvên zanistî peyvên Kurdî’
Remezan Hesen wiha domand: “Ji derveyî ragihandinê, nivîskar jî gelek caran ew peyvên ku bikar dihînin, ku peyvên zanîstîne dikarin peyvên Kurdî li şûna wan bikar bînin. Weke mîna, nasyonalîzm, dikarin li şûna vê peyvê, netewperwerî bikar bînin. Li şûna saykolojî, bêjin, derûnnasî û li şûna sosyolojî, civaknasî bikar bînin. Divê ji bo van peyvên zanistî peyvên Kurdî bikar bînin. Xwênerên Kurd jî wê zêdetir bikaribin fam bikin. “
‘Zimanekî sade bikarbînin’
Remezan Hesen diyar kir ku eger li ser ziman çavdêrî nebe û her nivîskarek bi awayekê binivîse yan ragihandin li gorî xwesteka xwe peyvan çêke, wê ziyan li ziman bibe û got: “Bi taybet ew nivîskar û ragihandina ku di nivîsê de zêdetir peyvên biyanî dinivîsin, divê zêdetir zimanê sade bikar bînin. Hingî van peyvên biyanî bikar bînin, wê zimanê Kurdî zêdetir biçûk bibe. Ev jî wiha dike zimanê Kurdî ber bi tinebûnê ve biçe.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ