Zimanê hevpar yekîtiya hevpar e

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 13 Sibat 2025 - 00:51

  • Helbestkar Sebrî Vûral têkildarî ziman û wêjeya Kurdî diyar kir ku ziman mîrateyek ji nifşên berê ye û got: ”Zimanê hevpar tê wateya yekîtiya hevpar jî. Wêjeya Kurdî jî xwediyê cihekî girîng e. Loma divê em qîmeta vê hunerê jî bizanibin.”

ROZA METÎNA / AMED

Helbestkar Sebrî Vûral ê ku bi nivîsandina helbestê çîroka wî ya nivîsandinê dest pê kiriye û ji eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye têkildarî ziman û wêjeya Kurdî, bandorên wê, têkoşîna li dijî êrişên li ser ziman û naveroka berhemên xwe nirxandin kir.
Sebrî Vûral di destpêkê de bal bir ser çîroka destpêka nivîsanda xwe û wiha got:"Berhemên klasîk ên cîhanê gelekî girîng in. Bi xwendina wan û naveroka wan bandor li min dikirin û berê min jî dan hêla nivîsandinê. Lê belê bi xwedina klasîkên cîhanê yên wêjeyê tenê mirov nikare bibe wejavan. Gerek ew hevîrtirşê wêjeyî di giyanê mirov de hebe. Ji bo ku mirov binivîse. Berî ku nivîskar, nivîsekê binivîse bûyerên gerdûnî, erdnîgarî û herêmî yên di hişê wê/wî nivîskarî de we kwînêre dest pê dike. Heta ku hêdî hêdî ber bi derbûnê ve diçe. Dema ku nivîskar, nivîsê taloq bike ew kwînêr weke mişkekî birçî hiş û giyanê wê/wî dikurisîne. Wê/wî bi nivîsandin û mikurhatinê re rû bi rû dihêle. Di salên 1983/4'an ji alî seydayekî gorbihuşt ve, helbesta Melayê Cizîrî hat xwendin. Ez bi xwendina helbesta Melayê Cizîrî bi bandor bûm. Ez hem pê veciniqîm hem jî min dest bi nivîsandinê kir. Jiber ku gelek caran ev pirs ji min tê kirin, ev rastiyek e, nikarim vê gotinê paşguh bikim. Ev kurteşîrove ji bo destpêka nivîsandina min bû."
Sebrî Vûral da zanîn wî bi helbestê dest bi nivîsandinê kiriye û wiha pê de çû:"Dema ku min dest bi nivîsandinê kir, min bi ‘helbestê’ dest pê kir. Di wejêyê de helbest lûtkeya wêjeyê ya herî jorîn e.”

Helbest dibe şahidê demê

Sebrî Vûral di heman demê de bal bir ser berhemên xwe û naverokên wê û wiha dewam kir:”Heta aniha du berhemên min yê helbestan hatine çapkirin. Berhema min a yekem ‘Bilûra Ker’ di sala 2015’an de ji aliye weşanxaneya Belkî ve hate çapkirin. Berhema min a duyemîn bi navê ‘Wesyetên Qefilî’ ji weşanxaneya Lîsê di sala 2018 an de, hate çapkirin.
Naveroka berhemên min, bi taybetî bûyer û qewimînê gerdûnî ne. Li hember wan qewimînan berteka fikrî û nivîskî ye,
Helbest jahrkuja, jahra desthilatdariyê ye. Di heman demê de dibe jahr û hemû tiştên ne li rê jahrî dike û dibe şahidê demê.”

Girîngiya ziman û wêjeyê 

Sebrî Vûral li ser girîngiya zimanê kurdî û wêjeya kurdî jî wiha got:”Di hemû cîhanê de, ziman têkiliya di navbera mirovan de, amûra bingehîn a ragihandinê ye. Ziman mîrateyek ji nifşên berê ye. Zimanê hevpar tê wateya yekîtiya hevpar jî. Di Odeya Anak de zaravayên goranî, kirmanckî û lurî nagirin. Li gorî rûpela îngilîzî ya Wîkîpediyayê, di 2023’yan de Kurdî bi 1,2 milyon peyvan piştî Fînî-ce û Koreyî sêyemîn zimanê cîhanê ye. Zimanek çiqas dewlemend be, pêdiviyên wî gelî  ewqasî hêsantir dibe. Wêjeya Kurdî, di hemû beşên hunerî de xwediyê cihekî taybet û girîng e. Loma divê em qîmeta vê hunerê jî bizanibin. Wêjeya  Kurdî jî ji bo ku li ser textê huner û wêjeya cîhanê cîh bigire xebat û lêkolînên ji dil jî tên kirin. Ev ji bo pêşketina Wêjeya Kurdî gelekî bi qîmet in. 

Ji bo ziman perwerde divê 

Sebrî Vûral ji bo pêşketina pêşketina ziman û wêjeya Kurdî bal bir ser pêwistiyên divê bên cih û wiha dewam kir:” Ziman nasnameya netewan e. Ji bo pêşketina zimanekî jî xala sereke qada perwerdehiyê gerek hebe. Kîjan zimanê cîhanê dibe bila bibe, temendirêjiya ziman di axaftina wî gelî de ye. Ziman weke lehiyeke zindî ye, gerek pêşî lê nê girtin. Ziman kaniya dengbêjan a avê jê vedixwe ye. Berhemên cihêreng yê hunerê jî ziman pêş dixin. Avasaziya ziman û rexnegirî  jî pêdivî pê heye. Qesasê zimanan neaxaftina wan zimanan e. Loma divê em li her derê bi zimanê xwe biaxivin da ku pêş bikeve.”

Bandora ziman û wêjeyê 

Sebrî Vûral bal bir ser têkiliya di navbera wêje û ziman de jî û wiha dewam kir: ”Wêje ji ziman re rewşek hunerî ye. Wêje zimanê sipehî û hilberîner e. Di heman demê de ziman jî dewlemend dike. Em dikarin bi kurtasî bêjin ziman û wêje weke ava hewzekî dorveger hevudû hem xwedî û hem jî kedî dike” Sebrî Vûral bandora ziman û wêjeyê ya li ser pêşketina civakê wiha nirxand:”Siwareyek rêwiyan, dema ku tekerê siwarê diteqe tekerê pêşî an paşî, ya jî tekerê milê rast an jî yê çep ji bo ku rêwiyan ti ferqa wê nîne. Ji ber ku emelî bi siwareyî nayê dîtin nuhbûn û kevinbûna siwarê jî ne mihîm e, di herhalûkarî de rêwî ji rêya ku pê de diçin jê dimînin. Ziman û wêje çiqas pêşketî be, dema ku civak bi wê pêşketinê re nemeşe ew pêşketin wê takêş bimîne. Berovajî wê civak serketî be, wêje û ziman paşde mabe, wê wêje û ziman wê pêşveçûnê takêş bikî. Charles Darwîn gotina zanist û huner mîna baskên çivîkekê ye dike. Û wiha dibêje, Civakên herdu baskan bi kar tînin difirin azad dibin, yên ku nafirin dibin mirîşk. Mistek  êm avêtine pêşiya wan ew nikul dike lê jiwergirtina hêkên paşde haya wan çênabe.”

Xwedîderketin hebe wê êrîş raweste

Sebrî Vûral da zanîn divê Gelê Kurd li dijî êrişên li ser ziman li berxwe bidin û wiha got:”Dema xwedîderketinek ji dil hebe ez bawer im wê êrîşan kêm û heta rawestîne. Ev, karekî ne hew ê wêjevan û zimanzana ye. Karekî civakî ye. Dema ku dayik û bav bi zimanê zikmakî bi zarokên xwe re biaxivin berterefkirina êrîşan a herî mezin ev e. Dema malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî neaxivin wê demê ev dibe sedema ku zarok ji nasname û zimanê xwe dûr bikeve. Dema wêje, neynika civakê be, ziman jî wê bibe fêmbariya wê neynikê.

Huner û ziman hevdu hembêz bike, hêza herî xurt a nav civakî ye. Dema neynika civakê xwe şanî zimanê civakê da, wê zimanekî neqişandî û wêjeyek rûperde û xemilandî li benda civakê be.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.