Koma Harmûnî çalakiyeke hunerî pêşkêş kir û tê de girêdana stranên Kurdî, Erebî, Suryanî û Ermenî destnîşan kir ku tabloyeke hunerî û rengê herêmê diyar dike.
Çalakî bi sponsoriya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a Qamişloyê pêk hat. Bi dehan ciwan pê kêfxweş bûn.
Hunermend Harotyon Madarjiyan dema çeteyên DAIŞ`ê Reqayê dagir dikin, koçberî bajarê Qamoşlo bûye û li Qamişloyê peymangeha bi navê Peymangeha Harmûnî ya Muzîkê vedike.
Wî di peymangehê de koma bi nave "Harmûnî" ava kir û tê de ciwanên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen hene.
Vê komê çalakiyeke hunerî ku tê de tevahiya zimanên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, pêşkêş kir.
Harotyon Madarjiyan ê ku gerînendeyê vê komê ye jî, dibêje, "Piştî peymangeh di salekê de hate bipêşxistin, min xwest ku komekê ji xwendekarên peymangehê çêkim û min navê wê kir Harmûnî. Jixwe gelek sedem ji vê yekê re hene, dema ez hatim Qamişloyê, min dît ku Ereb, Kurd, Suryan, Ermen û Asûrî bi hev re dijîn û sedema navlêkirina komê ev bû ku girêdana pêkhateyên herêmê nîşan dike."
Harotyon Madarjiyan diyar kir ku koma Harmûnî stranên bi Kurdî, Ermenî, Suryanî, Merdelî û Erebî dibêje, ji ber ku mîrateya herêmê ye û armanca wan jî ew e ku bi rêya vî hunerî yekitiya pêkhateyan nîşan bidin, "lewma mûzîk zimanê cîhanê ye".
Harotyon Madarjiyan wiha axaftina xwe bi dawî kir, "Her kes bi hunerê xwe xwedî peyamek e û peyama me ya bi rêya vî hunerî ew e ku ji cîhanê re bibêjin, em di welatekî de dijîn, bi Kurd, Ereb û Suryaniyên xwe ve û ev e mûzîka me ya hevbeş."
ANHA/QAMIŞLO