Ziman; xerc û çîmentoyek pêkhêner

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 15 Gulan 2025 - 00:52

  • Zimanzan Zana Farqînî diyar kir ku ziman ne tenê navgîneke famkirina ji hev û din e, yan jî ne tenê amûreke ragihandinê ye û got: "Ew hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê çandî û civakî ve, xerc û çîmentoyeke pêkhêner e. Ziman pêkhênerê civak û neteweyê ye."

ROZA METÎNA / AMED

Di 15’ê Gulana 1932’yan de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan, li Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Bi weşandina Kovara Hewarê mîladeke nû di ziman û wêjeya Kurdî de dest pê kirê. Girîngîya vê kovarê ev bû ku cara yekem kovarek Kurdî bi alfabeya latînî û erebî dest bi weşanê dikir. Gelê Kurd roja 15'ê Gulanê gelekî girîng dibîne û loma jî her sal 15'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike. Her sal çalakiyên curbecur tên li darxistin û kurd daxwaza perwerde û bidestxistina statuya zimanê Kurdî dike. 

Têkildarî wateya 15'ê Gulanê, girîngiya zimanê Kurdî, têkoşîna di vê qadê de tê dayin, girîngiya perwerdeya bi zimanê Kurdî, ewlekirina zimanê Kurdî ya bi zagonan û xebatên ji bo zimanê Kurdî zimanzan Zana Farqînî pirsên me bersivand.

Hûn di destpêkê de giringiya zimanê kurdî û dewlemendiya zimanê kurdî çawan dinirxînin? 

Ziman ne tenê navgîneke famkirina ji hev û din e, yan jî ne tenê amûreke ragihandinê ye. Ew hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê çandî û civakî ve, xerc û çîmentoyeke pêkhêner e. Ziman navê yekîtî, nasname û aîdiyeteke hevpar e. Ziman pêkhênerê civak û neteweyê ye. Ziman nîşana hebûn û xwebûnê ye.

Niha jî ez bi kurtî behsa zengîniya zimên bikim. Tevî hemû qedexekirin, tehde û pêkutiyan zimanê me zimanekî zengîn û xwedî behre ango qabiliyeta xwegeşkirinê ye. Îcar ji bo min zengînî ne tenê dewlemendiya gencîneya peyvan e, bikaranîna zimên a di hemû waran de ye. Hebûna perwerdeyê ya bi wî zimanî ye, hilberandina her cure berhem e, bikaranîna zimên a li her qad û warî ye. Ziman eynî wekî hesin e, ku neyê bikaranîn zengarî dibe, kor dibe, jidestdana gencîneya zimên e ku ew di encama hezarên salan de hatiye afirandin. Ji bo min dewlemendiya zimên, sînorê wê yê bikaranînê ya di her warî de ye.

15'ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Tu wateya vê rojê çawan dinirxînî?

Ji bo min 15’ê Gulanê di dîroka nûjen a zimanê kurdî de xwedî cihekî taybetî ye. Ji ber ku di vê rojê de, yanî di roja 15’ê Gulana 1932’yan de bi weşandina Kovara Hewarê re bingeha kurdiya modern a bi alfabeya latînî hat danîn. Celadet Bedirxan û kadroya Hawarê bi vê tevgera xwe zimanê kurdî gihand qonaxeke nû û wan teqleke girîng da zimanê kurdî. Her wiha wan rengekî xweserî xwe jî da warên wekî çand, wêje, dîrok û weşangeriya kurdî jî. 

15’ê Gulanê çawan ji bo zimanê kurdî destpêka alfabeyeke nû, rêziman û rastnivîsîneke nû ye, her wisan di warê ramanwerî û hişmendiya kurdî de jî pêngaveke nû ya xwebûnê ye. Deng, reng û qîrîneke nû ya li gelê kurd e jî. Loma îroj ew bipêşketinên di van waran de pêk hatine, berhemên wan tovên wê demê ne. 

Hûn ji bo bipêşketina kurdî perwerdeya bi kurdî çawa şîrove dikin? 

Ez çima welê dibêjim, ez piçekî sedemê bibêjim. Zimanê perwerdeyê xwedî gelek derfetan e, pê gelek term, çemk û têgih tên çêkirin û bikaranîn. Ew ziman her tim xwe nû dike, bergehê li xwe fireh dike, kil û kêmasiyên xwe ji holê radike, hewcehiyên xwe dabîn dike. Lê zimanê ku li derveyî perwerdeyê hatiye hiştin, bi ser de eger di xizmetên giştî de jî nayê bikaranîn, parastina hebûna xwe nikare bike. 

Ji bo rewşa me kurdan, da ku em ji vê rewşa kambax rizgar bibin û bikarin zimanê xwe veguhêzin zarokên xwe, zarokên xwe bi zimanê xwe rakin û mezin bikin, perwerdeya bi zimanê kurdî lazim e. Nexwe ev leza asîmîlasyonê, windabûna zimên a di navbera nifşan de dê her biçe zêdetir bibe.

Perwerdeya bi zimanê dayikê hem mafekî çandî ye, hem ê mirovî ye hem jî mafekî demokratîk e. Benda li dijî asîmîlasyonê, berdewamîdana bi hebûna xwe pêkan e. Divê hem mirov di nav zimanê xwe de bê dinyayê hem di nav zimanê xwe de bijî û her wisan berdewamî bi jiyana xwe bide.

Yek ji daxwaza gelê kurd ew e ku zimanê kurdî bikeve bin ewlehiya qanûnî. Tu giringiya vê çawan dibînî?

Zimanê kurdî û gelê kurd ji hev cuda nabin. Kurdî, ji navê kurd e. Ew wekî goşt û hestî ne. Çawan ku ji zimên re statu hewce ye, her wisan ev statu divê bi ya gelê kurd re eleqedar be. Di vê sedsalê de ku perwerdeya formel li her derê belav bûye, weşanên dîjîtal ketine her malê. Ji ber dezavantajiya zimanê qedexe û ji her tiştî bêpar û mehrûmmana wî, divê ku zimanê kurdî hem bibe zimanekî fermî, xwedî statu û perwerdeya bi zimanê dayikê pê bê kirin. 

Niha polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî zimanê kurdî dewam dikin. Hûn vê yekê û têkoşîn li dijî vê yekê çawa dinirxînin?

Çareseriya rizgarbûna ji asîmîlasyonê bidestxistina statuyê ye. Statuya gelê kurd û ya zimanî ye. Naskirina mafên kolektîf e. Ev jî têkoşîneke du alî ye. Yek jê ew e ku divê kurd li dijî vê asîmîlasyonê li ber xwe bidin, xwe bi dest re bernedin û bi awayekî hişk bi zimanê xwe bigirin û di her warî de divê zimanê xwe birjd û israr bi kar bînin. 

Tu dikarî balê bibî ser kar û xebatên ku di warê bipêşxistina kurdî de tên kirin? Ji bo bipêşketina kurdî xebatên tên kirin têrî dikin? 

Van salên dawî ji bo standardkirina kurdî, ji bo çêkirina hişmendiyeke xurt a kurdî gelek çalakî û xebat tên kirin. Her wisan komxebat, panel, sempozyûm û konferans jî tên lidarxistin. Ji bo xuyabarbûna kurdî jî ji berê bêhtir xebat tên kirin. Di van waran de komele, weqf û rêxistinên pîşeyî jî tên damezirandin. Lêxwedîbûneke zimanî çêdibe, lê divê ev û tevgera siyasî ya gelê kurd li ser maf û azadiyan bigihîjîn xalên hevpar û li ser wan belgeyeke stratejiyê ya zimanî çêbe, polîtîkayeke hevbeş a zimanî pêk were û ew gişt bibin nexşerêyeke mişterek.

Herî dawî tiştekî hûn dixwazin lê zêde bikin hene?

Ev meseleya asîmîlasyonê meseleyeke girîng e, zimanê kurdî êdî ji rewşa zimanê navmalê jî dûr dikeve. Jixwe gava zimanek bû zimanê navmalê û bergeha bikaranînê lê teng bû, ew dikeve rewşeke xeternak, îcar ku hêdî hêdî ji navmalê jî bê qewirandin, êdî ji bo wî defa hawarê lê dikeve. Ji bo ku ev gotinên min baş bên famkirin, ez dixwazim hema em tenê li rewşa zarok û ciwanên xwe binêrin em dê xeterê bibînin. Zarok ne tenê dahatiya neteweyekê ne, ew dahatî û ayendeya wî zimanî ne jî. Zimanê ku li nifşên dûhatî neyê veguhastin, mirov nikare ji geşbûna siberoja wî zimanî behs bike. Zimanê ku zarok pê mezin nebin, pê neaxivin û pê perwerde nebin, di vê sedsalê de ne pêkan e ku ew li dijî zimanê serwer bikare hebûna xwe biparêze.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.