Xelata National Geographic wergirt

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 12 Hezîran 2025 - 00:26

Hana Reza jineke ji bajarê Silêmaniyê ye û di heman demê de endama Saziya Pilingên Bêsînor e. Wê li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê diyar kir ku saziyê ew xelat kiriye.

Hana Reza diyar kir ku National Geographic ew hêjayî Xelata Wayfinder a sala 2025’an dîtiye û kêfxweşiya xwe aniye ziman.

Hana got: “Ez gelek serbilind im ku eşkere dikim ev xelat dane min. Ev yek ne tenê xelateke ji bo min. Ev xelata keda min a bi azwerî didim, bi şevan b^exew dibinim û bi israr didomînim e. Ez sipasiya kesên ez wekî endam nîşan dame dikim."

Reza sipasî ji bo mamosteyên xwe, malbata xwe û hemû kesên di vî karî de piştgiriy wê dikin kiriye û gotiye, "Spasiyek taybet ji bo kesên li Herêma Kurdistanê û li Iraqê ji bo jiyana sewalên hov kedê didin, dişînim."

Xelata National Geographic ya Wayfinder di qada navneteweyî de didin kesên ku ji bo sewalên hov ên li çiyayan dixebitin û wêneyên wan digirin.

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.