Zerya hat û Xezal tê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 28 Çile 2021 - 02:52

  • Hozan Serdar albuma xwe Zerya çêkir û bi etîketa DKKI´yê dîjîtal weşand. Di albumê de 25 stran hene. Karê bê yê Hozan Serdar jî amade ye: Ew ê Xezala bapîrê xwe 33 deqîqeyan bibêje.  

FIRAZ BARAN
DUSSELDORF

Yek ji muzîkjenên navdar ên Kirmanckiyê, Hozan Serdar e. Ev 40 sal in ku Hozan Serdar muzîkê dike. Wî herî dawî albuma xwe ya bi navê Zerya dîjîtal weşand. Di albumê de 25 berhemên wî hene. Ev berhem hemû jî bi Kirmanckî ne. Album bi etîketa Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut (DKKI) derket. Stranên di albumê de hemû li ser kanala youtube ya Art Recordsê ku ser bi înstîtuyê ye, dîjîtal hatin weşandin.

Mirov dikare bibêje, album ji du beşan çêbûye. Di beşekê de stranên gelêrî yên Dêrsimê, di beşa duyem de jî stranên ku Hozan Serdar bi xwe nivîsîne û awaza wan daniye hene. ji bo weşandina dîjîtal a vê albumê, Hozan Serdar dibêje, “Beriya bi sê salan me dest bi vî karî kir. Em pêşî fikirin weke du album wê derxin. Ji ber pandemiyê me nekarî CD´yan derxin. Ji ber wê me xwest xebatên xwe yên hazirkirî di platformên dîjîtal de parve bikin. Ji bo min tiştekî nû ye. Ev cara yekê ye ku min albumek ne weke kaset yan jî CD belav kir.”
Berhemên di albumê de ev in: Zerya, Bê Gula Mi Bê, Mavi Xêr Dî, Pepug, Serê Sodirdê, Xido Dizdo, Zeryam Vêsê Pêsê Cirê, Paris, Derdê Zerî, Vorê Vorena, Ax Pepug Mirê Biwano, Rozê Yêna, Zerdê, Hetê Mino Zû Dêrsimdê, Newroz, Zengerîyê, Bonê Pîyê Tîyo, Dewa Muqufî, Cengîyê û Kalîyê, Pîrê Xanûkano, Xanê Xanê, Axzonîgê, Heyî Heyî, Lîlo, Hemilkano.

Neviyê Heso Qayd

Hozan Serdar li gundê Garmût ê ser bi Dêrsimê sala 1954´an hatiye dinê û ji neviyên Heso Qayd e. Heso Qayd jî ji dengbêjên navdar ên Dêrsimê ye. Heso Qayd teqrîben 1875-1880´yî li gundê Sahseg ê Dêrsimê hatiye dinê û hema beriya Qirkirina Dêrsimê, sala 1935-36´an wefat dike.

Weke Mem û Zînê

Hozan Serdar dibêje, Heso Qayd gava ciwan e, li gundê Paxe Suru-Şuya Gewre bûye û li vî gundî dil ketiye keça bi navê Xezal. Heso Qayd li ser vê yekê strana Xezal dibêje. Hozan Serdar niha li ser vê stranê kar dike: “Berhema Xezal ne weke stranekê ye, divê mirov wisa bihizire ku ew destaneke weke Mem û Zînê ye. Bapîrê min bi rojan gotiye, bi dawî nebûye. Min ji kal û pîran lê guhdarî kiriye.”

Wî di albumên xwe yên beriya niha de çend çarîne ji Xezal gotibûn, lê Hozan Serdar vê carê berhemeke 33 deqîqeyî amade kiriye. Ev berhem jî wê li ser platformên dîjîtal bê parvekirin. Hozan Serdar wê di berhemê de behsa jiyana Heso Qayd jî bike: “Bapîrê min ne tenê li navenda Dersimê, li Pilemor û Qisleyê jî diçû gundan û li wan stran digotin. Yanî dengbêjek bû ku digeriya. Bi hezaran stran hene ku ji rabihuriya Dêrsimê mane. Em bi temamî nikarin tê derxin ka kîjan ên bapîrê min in. Em tenê bi Xezalê dizanin. Ew jî ji ber ku li ser jiyana wî ye û timî behsa wê hatiye kirin... Bapîrê min û Xezal hez ji hev dikin. Bapîrê min rojekê di dawetekê de kilama Xezal dibêje. Wê şevê hin kesên din Xezalê direvînin. Li ser vê, bapîrê min biçe ku êdî wê kilamê dibêje. Her cara dibêje jî hin tiştan lê zêde dike. Bi vî awayî hem bûyer û hem jî kilam tê nasîn. Kilam jî dirêj dibe, dibe mîna destanekê.”

Hozan Serdar kî ye?

Hozan Serdar ji hunermendên pêşî ye ku bi Kirmanckî album derxistine. Ew ji sala 1980´yî û vir ve li Elmanyayê dimîne. Ev 40 sal in ji bo ku muzîka bi Kirmanckî bi pêş bikeve xebatê dike. Albumên wî yên ku heta îro hatine weşandin jî ev in: Mîro, Berxwedan, Îsyan, Welat, Koyu Mizûrî, Cenet Dêrsîmo, Da Da Alî û Xilweso, Wurze, Vilike, Dêrsim Klasîklerî û Zerya.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.