- Albûma nû ya Bermal Çem a bi navê “Lolan“ derket. Bermal Çem bi berhemên di vê albûmê de şehîdan, dayikên windayan, şoreşgerên têkoşer û afirînerên şoreşa jinê aniye ziman.
FIRAZ BARAN / KOLN
Albûma nû ya stranbêj Bermal Çem derket. Navê albûmê "Lolan" e. "Lolan"ê Kurd Recordsê derxist. Stranbêj roja Şemiyê li Frankfurtê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû û albûma xwe li vir li standa Kurd Recordsê îmze kir.
Albûma "Lolan"ê ji 12 stranan pêk tê û du aranjeran amade kiriye: Memo Gül û Mazlum Rewşen. Bermal Çem bi berhemên di vê albûmê de şehîdan, dayikên windayan, şoreşgerên têkoşer û afirînerên şoreşa jinê aniye ziman. Albûm bi muzîka xwe ya dewlemend lê sade balê dikişîne. Bermal Çem albûma xwe diyarî şehîd Şoreş Arjîn (2019) kiriye. Şoreş Arjîn gerîlayek muzîkjen û wênesaz bûye.
Tabloya berga albûmê wênesaz Sînan Hezer xêz kiriye. Di tabloyê de cîhan xuya dike. Li ser cîhanê darek heye. Koka darê li cîhanê belav bûye û gerîlayek jin di bin siya wê de rûniştiye. Wênesaz dareke Lolanê fikiriye û xêz kiriye. Dema mirov li tabloyê dinêre slogana "Jin Jiyan Azadî" ya ku bandor li cîhanê kirî û şoreşa Tevgera Jin a ku li cîhanê belav bûyî tê bîra mirov.
Di albumê de stranek Şehîd Berçem jî cih digire. Navê stranê “Tîrêjên Rojê” ye. Şehîd Berçem şoreşgerek bû. Îro bo bîranîna wê li Helebê li ser navê Şehîd Berçem festîvalek tê lidarxistin.
Lolan çemek e û bicoş diherike
Jînda Asmen li ser albûma “Lolan”ê nirxandineke bi vî rengî kiriye; “Jineke şoreşger a li çiyayan hunera xwe bost bi bost hûnayî û şop hiştî. Li kî derê dibe bila bibe hunermenda me ku bi vê mîrateyê hunera xwe afirand, Bermal Çema me ya di dilê gerîla, gel û me hemûyan de cih girtî. Bi albûma Lolanê hunera te bi ava jiyanê, stranên te hemû bi çemekê dest pê dikin û dibin sitargeh. Lolan li çiyayên Kurdistanê çemek e. Bi coş diherike ji Zagrosan. Kî dizane, Lolan bû şahidê çend jiyanan, pêl da û fûriya. Parçeyek ji me jî herikî bi te re, li gel wan jiyanên têr û tijî. Em bûn ava çeman, me fitlonek çêkirin li singa axê. Her mirovê ku wateyê bar dike û wisa ji avan derbas dibe, xwe dibîne di avê de. Her wekî ava jiyanê. Her kes bi rengekê di rêyên hunerê re dimeş e, tu jî Bermala min bi mûzîka xwe herikî. Wekî Lolanê te jî xemgînî, dilxweşî, êş, keyfxweşî û çîrokên rêwiyên destana hebûna welatekî bi hunera xwe herikand. Erê hevala min Bermal Çem. Di stranên te tevî de mirov dikare jiyanê hemûyê weke yek jiyanê hîs bike, bêguman ev ji bo min wisa ye. Tu dikarî di stranên xwe de jiyanan bigehînî hev.”
Bi enstrûmanên resen hatiye hazirkirin
Teknolojî li muzîka îroyîn serdest e. Gelek hunermend bi komputeran muzîka stranên xwe çêdikin. Lê albûma Bermal Çem bi enstrumanên resen hatiye amade kirin. Teknolojiya komputerê pir kêm hatiye bikar anîn. Her wiha, piraniya stranbêjên îroyîn tenê singlekê (yek an du stran) derdixin. Di hawîrdoreke wiha de Bermal Çem bi gelek mûzîkjenan re kar kiriye. Hunera xwe bi enstrumanên dewlemend derxistiye û albûmek amade kiriye û pêşkêşî guhdaran kiriye. Rexnegir vê yekê girîng dibînin.
Strana "Qasimo"
Strana "Qasimo" ji bo Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê şehîd Kasim Engîn hatiye amade kirin. Gotin û muzîka stranê yê Bermal Çem e. Hunermend di vê stranê de bi Serhad Çarnewa re duetê dike. Gotinên stranê wiha ye:
Ez ne teyrek xerîb im
Stranek hevalbend im
Dipirsim ji hesreta dila:
Her tu yî, ey, lawê çiya
Gav bi gav li ser şopa te
Digerim li jiyana te
Dibînim di rihê xwe de, lo
Ji Engîze ta Botan
Ji Zagrosan ta Qendîl (Behdînan)
Bête nabe, hevalo
Dilê Şekîf dikele
Ji Lolanê re dixwîne
Çîroka te, hevalo
Ne bi carek, bi hezar caran
Navê te li van çiyayan
Ma qey wê me qir bikin?
Xwelî li serê neyaran
Gav bi gav li ser şopa te
Şervan in li dora te
Tim geş e çiraya te, lo
Stranên Albûmê
Bayê Xemê
Gotin: Medya Doz
Muzîk: Bermal Çem
Qasimo
Gotin û Muzîk: Bermal Çem
Lolan
Gotin û Muzîk: Delîl Demhat
Gerîla me
Gotin û Muzîk: Bermal Çem
Tirêjên Rojê
Gotin û Muzîk: Şehîd Berçem
Çeleng û Bedewe
Gotin û Muzîk: Zekeriya Efrîn
Jînê
Gotin û Muzîk: Bermal Çem
Qelay Seng
Gotin û Muzîk: Gelerî
Herêm: Hewremanî
Fîncanê
Gotin û Muzîk: Gelerî
Çavkanî: Keremê Erefat
Hêstrên çavên te
Gotin û Muzîk: Neîm Şebab
Winda
Gotin: Müslüm Aslan
Muzîk: Bermal Çem
Keça Kurdim
Gotin û Muzîk: Bermal Çem
Muzîkjenên Albûmê
Producer: Memo Gül û Mazlum Rewşen
Mix, Mastering: Mazlum Rewşen
Recording: Ton Studio Kurdi
Duet: Serhad Çarnewa (Strana Qasimo)
Tembûr: Memo Gül û Mazlum Rewşen
Ud, Setar: Memo Gül
Pîano: Mazlum
Drums: Murat Bakrak
Percussion: Ömer Arslan û Murat Bakrak
Klasik, West Gitar: Selahattin Güzelel û Uğur Var
E. Gitar: Klaus Bittner û Mazlum
Fretless: Uğur Varol
Bass Gitar: Mazlum Rewşen û Uğur Varol
Mey, Balaban: Kemal Ceylan
Strings: İstanbul Strings
Solo Cello: Şenol Arkun
Solo Violin: Serhat Zana Batur
Flöte, Saxophon: Dilvan Roni
Ney, Kavala: Eser Gül
Sentur: Davud