• Koçer dibêjin jiyana koçeriyê zehmet e, lê tevî vê jî gelek xweş e.

Zehmet e, lê bêyî wê nabe 

Koçerên ku li gundê Dêra yê navçeya Hezexê konên xwe danîne, ji ber şert û mercên zivistanê di konan de zehmetiyê dikişînin. Jinên koçer diyar kirin ku jiyana koçeriyê zehmet e, lê tevî vê jî gelek xweş e, û bêyî wê nabe. 

Koçerên ku her sal meha Gulanê diçin zozanan, dema dibe zivistan vedigerin bajarên germ. Koçerên ku 6 mehên salê li deştên germ û 6 mehên xwe jî li zozanên hênik diborînin bi heywanxwedîkirinê debara xwe dikin. Bi destpêkirina hewaya sar re koçerên ku ji zozanan vegeriyane niha li gundê Dêra yê navçeya Hezexê ya Şirnexê di konan de dimînin. Jinên koçeriyê dikin ji me re bahsa jiyana koçeriyê, xweşî û zehmetiyên wê kirin. 

Ji jinên koçer Sarya Sagunce(45) a ku ji Sêrtê ye, got, ew ji roja çêbûye û heta niha koçeriyê dike û zozan bi zozan geriyaye. Sarya, bi lêv kir ku dema dibe havîn diçin zozanên hênik û zivistanan jî tên cihên germ û got: “Em her sal havîn û zivistanan cihên xwe digûherînin. Ji ber vê jî jiyanek me ya gelek zehmet heye. Dema em havîn û zivistanan vedigerin beriya sewalan bînin tên konan vedidin. Ji bo ku dema sewal tên li derve nemînin. Em dema diçin zozanan û tên deştê mehekê rê dimeşin. Bi taybetî jî ew mehek gelek zor û zehmet derbas dibe. Em bi eslê xwe ji Sêrtê ne, havînan berê xwe didin zozanên Elkê yê Şirnexê. Zivistanan jî berê xwe didin cihên hênik. Em îsal hatin Hezexê û me konên xwe vedan. Li zozanan em bêrîvan pez didoşin. Şîr dikin mast û penêr. Her wiha em tûrikan jî bi destên xwe çêdikin. Ez heta niha li gelek zozanan geriyame. Li gel zehmetiyan jî xweşiya vê jiyanê jî heye.”

Jina koçer Fatim Yildiz(50) jî ku ji Sêrtê ye, destnîşan kir ku jiyana wan a koçeriyê gelek zehmet derbas dibe û got; “Em debara xwe bi koçeriyê dikin. Em li zozanan hiriya pezê xwe dibirin, mast û penêr çêdikin. Lê ne wekî berê ye li cihê ku em diçinê em erda wê kirê dikin û ev jî dibe sedem ku qezenca me kêm bibe. 

Em êvarê lokoz an jî fanosan vêdixin û li ber rûdininên ango karê xwe dikin. Lê şevbihêrkên me xweş in. Em carnan tên gel hev stranan dibêjin û çîrokan dibêjin.”

JINNEWS/ŞIRNEX