HERÊM QADIR / ROJNEWS / ŞAREZÛR

Di dema çêbûna zebeşan de, nexweşiyek li nav bax û baxçeyê cotkarên Şarezûr belav bûye û piraniya zebeşan xirab bûne. Ji bilî keda 3 mehan, zirarek mezin a aborî jî gihişt cotkaran.

Nexweşiya kêzik û bakteriyan di destpêka kulîlk û çêbûna çandiniyê de çêdibe, ger berhem neyên dermankirin, hemû xirab dibin. Ji ber vê jî cotyar zirarê dibînin û îsal ew nexweşî berê xwe daye berhemên cotkarên navçeya Şarezûr ya ser bi Helebceyê.

Neheqî li cotkaran tê kirin

Cotkarê bi navê Umêd Mihemed dibêje; “Ji ber zebeş hemû xirabûne, zirarek mezin ya aborî jî çêbû, hikumet jî salane ti hewldanek ji bo rê li nexweşiyan bigre nake û me ji ziyanan naparêze. Neheqî li cotkarên Herêma Kurdistanê tê kirin, hikumet ti alîkariyek weke derman nade cotkaran. Hemû xerca berheman li ser me dimîne, lê bi nexweşiyek wiha jî hemû berhem têk diçin.”

Cotkar serlêdanê nakin

Serokê Dezgeha Parastina Nebatan a Rêveberiya Çandiniya Helebce Şerîf Mehmud jî derbarê nexweşiyê de dibêje;“Her sal hinek nexweşî li nav baxçeyan belav dibin, sal bi sal ev yek cûdaye. Hinek salan hemû berhem xirab dibin, me jî nekariye derman û pêwîstiyan ji bo wan peyda bikîn. Salane ji bo nexweşiyê tedbîr tên girtin, kesên xwediyên depoyên zebeşan in, dikarin beriya ku zebeş çêbibin, serdana me bikin. Ji ber cotkar nexweşiya nas nakin, li gel me kesên pispor hene û dikarin tedbîran bigrîn.”