CÛDÎ ÎBRAHÎM/ANHA / KOBANÊ

 

Li Kobanê li cihê zarokên astengdar a bi navê Hêvî, pêşangehek hat vekirin.

Her sal ji bo zarokên astengdar pêşangeha karê destan tê vekirin. Ji bo kêfxweşiya zarokan kar û barê destan, karên wênekêşî tên amadekirin. Ev kar jî bi destê zarokên astengdar, malbat û mamosteyên wan tê amadekirin.

Rêvebera Saziya Hêviyê, Emîra Qadar anî ziman ku hejmara zarokan di navbera 40 û 45’an de ye û got, “Hin ji wan nikarin biçin dibistanê, têne vir û em bi hev re wan bi pêş dixin. Armanca me ji vê pêşangehê ew e ku zarokên li vir karibin tiştekî bi destê xwe biafirînin. Ev nêzî mehekê ye ku zarokan û mamosteyan bi hev re ev pêşangeh amade kir. Hêviya me ew e ku zarokên astengdar di civakê de xwe bi pêş bixin û di her qadê de cih bigrin."

Emîna Elî ya ku keça wê Evîn jî zarokeke astengdar e, diyar kir ku saziya hêvî ji bo zarokên wan gelek kar kirine û got, “Evîn ji kêfxweşiya pêşangehê karên xwe amade kirin, cil û bergên xwe yên Kurdî jî amade kirin. Em gelekî kêfxweş in ku ev pêşangeh jî hat amadekirin.”

Pêşangeh bi govenda zarokan bi dawî bû.