Zarokên piçûk li Aryenê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Îlon 2021 - 02:16

Atolyeya Çand Huner û Lêkolînê ya Aryen ku li Wanê ji bo Kurdî kar dike, perwerdeya muzîkê dide zarokên 2 ta 5 salî û hunermendên paşerojê digihîne. 

Atolyeya Çand Huner û Lêkolînê ya Aryen, li Wanê yekane sazî ye ku karê çand, muzîk û hunerê Kurdî dike. Taybetmendiyeke din a atolyeyê ew e ku perwerdeya muzîkê dide zarokên ji 2 heta 5 salî jî.

Ev karê atolyeyê gelekî bi dilê malbatên li Wanê ye. Li atolyeyê perwerdeya hînbûna bikaranîna amûrên keman, tembûr, santûr, bilûr, def, gîtar û teoriya muzîkê tê dayîn. Her wiha bi rêya perwerdeya şanoyê jî şanogerên nû digihîne. Di warê pîşeya sînemayê de jî perwerdeya wênevaniyê dide û projeyên li ser dokûmanteran jî amade dike.

Fadîme Polat yek ji hîndekarên li atolyeyê ye. Ew dibêje, ew dixwazin bi Kurdî hilberîna muzîkê bikin û perwerdeya muzîka Kurdî bidin zarokên nifşê nû. Polat wekî din dibîje, beriya 2 salan bi 11 hîndekaran wan dest bi kûrsê kiriye, lê belê ev hejmar piştre niha  7 hîndekar in.

Ji bo dersan ew dibêje, "Di muzîkê de em perwerdeya rîtim û notayê didin zarokên 2-5 salî. Ji bilî vê em perwerdeya keman, tembûr, santûr, bilûr, def, gîtar û teoriya muzîkê jî didin. Pirraniya şagirtên me jî zarok in. Beşeke mezin ji van zarokan di navbera 2-5 salî de ne.

Hejmara şagirtên me her roj zêde dibe. Tenê saziya me li Wanê bi zimanê me yê dayikê dersan dide. Em stran û awazên muzîka Kurdî yên li ber nemanê hîn dikin û digihînin gel."

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.