Li Wargeha Penaberan a Şhîd Rustem Cûdî (Mexmûr) sala nû ya xwendinê dest pê kir, xwendevanan bi coşeke mezin berê xwe da dibistanan. Mamoste Mihemed Bîlen got; “Rêber Apo ji zarokên Mexmûrê re gotiye, ´Ew zarokên min in´ divê em li gotina Rêber Apo xwedî derkevin.”
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 5 dibistanên Seretayî, dibistaneke navîn û dibistana amedeyî hene. Li van dibistanan bi giştî qederê 3 hezar û 500 xwendekar û şagirt bi zimanê dayikê dixwînin. Piştî bêhndana salê ya havînê, ji bo dema nû dibistan doh vebûn. Şagirtan bi kelecaneke mezin danê sibehê berê xwe dan dibistanan.
Beriya ku xwendevan bikevin refên xwe, hemû bi hev re li pêşiya dibistanên xwe kom bûn û wan sîrûda netewî “Ey Reqîb” xwendin.”
ROJNEWS / MEXMÛR