Di bernameya ji bo duyemîn salvegera Zarok MA'yê de zarok çûn ser dikê û bi performansa xwe bal birin ser xwe. 

Zarok MA´yê salvegera damezrandina xwe ya duyemîn pîroz kir. Zarokên li Zarok MA'yê perwerde dibin, di salvegera damezrandina Zarok MA'yê de bi cilûbergên xwe yên Kurdî bal birin ser xwe. Di bernameyê de zarokan spasnameyên xwe wergirtin û paşê derketin ser dikê. Zarokan bi performansa xwe bal kişand ser xwe.  

Koordînastorê MA Musicê Şêrko Kanîwar, di dawiya bernameyê de got, ew hêvî dikin Zarok MA 200 saliya xwe jî bibîne. Kanîwar got, ew ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin. 

Bername bi stranan û govendê bi dawî bû.

MA/AMED