Zarokan bi Kurdî mezin bikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 12 Gulan 2023 - 02:35

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo 15'ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî, şahiyek li Kampa Vegerê ya navçeya Şêrewa li dar xist.

Bi sedan endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) û xelkê navçeya Şêrawa li meydana Kampa Veger a gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîna dagirkirî, kom bûn.

Endamê Meclisa Navçeya Şêrawayê, Henîf Seydo Roja Zimanê Kurdî li tevahiya gelê Kurd û şêniyên berxwedêr ên li kamp û malên nîvwêranbûyî dimînin û li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Henîf Seydo got, “Ji holêrakirina zimanê Kurdî, armanca tevahiya dîktatoran bû ku Kurdistan dagir kirin. Îro jî, bi rêya ferzkirina zimanê Tirkî li Efrînê şerê taybet û pîlanên wan didomin. Zarokên Kurd teşwîqî zimanê Erebî dikin da ku bi wî zimanî bixwînin û binivisînin.”

Seydo di dawiya axaftina xwe de teqezî bi girîngiya parastina zimanê zikmakî ji pîlanên dijmin kir. Piştre Koma Şehîd Zîlan û hunermend Oryana Mihemed stranên şoreşgerî gotin û girseya beşdar li ber stranan xelekên govendê gerandin.

Tê payîn ku bi heman boneyê rêzeçalakî li navçeya Til Rifet, Kampa Serdem û Kampa Berxwedanê hefteya bê bên lidarixstin.

ANHA/ŞEHBA

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.