• Zarok Ma ku navenda wê li Amedê ye li taxa Kadîfekale ya navçeya Konakê ji zarokan re şahî li dar xist. Zarok Ma bi çalakiyên rengîn bi zarokan re demên xweş da bihurandin.   

Zarok Ma ku navenda wê li Amedê ye li taxa Kadîfekale ya navçeya Konakê ji zarokan re şahî li dar xist. Zarok Ma bi çalakiyên rengîn bi zarokan re demên xweş da bihurandin.   

Li taxa Kadîfekale ya navçeya Konakê ya Izmîrê, Zarok Ma bi şahiya ku li dar xist bi zarokan re hat gel hev. Zarok Ma, bi muzîkê li taxê geriya û zarok vexwend şahiyê. Zarokên taxê û zarokên gelek navçeyên Izmîrê tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de Zarok MA´yê rûyê zarokan boyax kir û piştre atolyeya muzîk û resman çêkir. Di şahiyê de bi zarokan re malbatên wan jî demeke xweş bi hev re derbas kirin. 

Şahî bi konserê bi dawî bû. 

MA/IZMÎR