Orkestra Ma Muzîkê vekirina dibistana muzîkê Zarok Ma’yê bi konserekê pîroz kir.
Nûnerên gelek sazî û dezgehên sivîl ên civakî, malbatên zarokên qeyd kirine û kesên ku piştevaniya Zarok Ma’yê kirin û gelek welatî beşdarî konserê bûn.
Di serî de koordînatorê Ma Muzîkê û perwerdekarê Zarok Ma’yê Şêrko Kanîwar axaftineke kurt kir û malavayiya beşdaran kir. Piştî axaftina Kanîwar, Orkestra Ma Muzîkê bi rêvebiriya Ramin Rabiei dest bi konserê kir. Di konserê de bi zaravayên Kurmancî, Dimilkî û Soranî yên Kurdî stran hatin gotin. Di dema stranan de beşdar jî bi çepik û tilîlîyan tevli coşa konserê bûn.
Piştî konserê li ser navê xebatkarên çand û huner Reyhan Çomak plaket û kûlîlk dan şefê Orkestraya Ma Muzîkê Ramin Rabiei û malavahiya xebatkaren Ma Mûzîkê kir.
MA/AMED