Ev 70 sal bûn, zanyarên li bajarê Elmanyayê Kolnê, serê xwe bi nivîsa ku ji serdema Împaretoriya Kuşanan maye, diêşand. Di gotareke kovara “Transactions of the Philological Society” de koma zanyaran da zanîn ku wan qismî karî wê nivîsa Kuşanî ji hev derxin. Ev nivîs di navbera sala beriya mîladê 200´î û sala piştî mîladê 700´î de li Asyaya Navîn hatiye bikaranîn.
Elaqeya nivîsê bi gelên koçer ên kevnar ên çoltera Ewroasyayî dihat danîn, yên weke Yuezhî. Yuezhî xanedaneke rêveber a Kuşanan bû û împaretoriya wan li ser erdên pirraniya Ozbekistan, Efxanistan, Pakistan û Bakurê Hindistan îro dihewand.
Împaretoriya Kuşan navdar e ji ber ku destûra belavbûna Bûdîzmê li rojhilatê Asyayê daye û mîmariya wê ya abîdeyî û berhemên wê yên hunerî yên mezin jî navdar in.
Ev nivîsa ku ji hev hatiye derxistin, para bêhtir li ser zinarekî li Derbenda Almosî ya li Tacîkistana îro hatiye nivîsîn.
Hebûna vê nivîsê ji salên 1950´î ve eyan bû. Heta îro bi dehan nivîsên weke “kîtabe” yên kurt bi vê alfabeyê hatine dîtin. Pirraniya van nivîsan li Tacîkistan, Efxanistan û Ozbekistanê hatine dîtin.
Di salên 1960´î de kîtabeyeke ji yên din dirêjtir hat dîtin. Li cem wê nivîsên bi du zimanên din jî hatin dîtin. Arkeologên Fransî ev nivîs qederê 100 kîlometroyan li başûrrojavayê Kabîla îro dîtin; li ser Çiyayê Qerebayû.
Par jî kîtabeyeke kurt li Derdenda Almosî ya li Tacikistanê hat dîtin, kîtabe bi du zimanan bû. Yek jê Baktrî bû, zimanekî ku zanyaran nas dikir û ya din bi zimanekî nedihat naskirin. Vê yekê kir ku zanyar careke din bi hewldanên jihevderxistina vê nivîsê dakevin.
Dîsa Elmanan ji hev derxist
Di dawiyê de zimanzanên Zanîngeha Kolnê li Elmanyayê qismî bi ser ketin. Wan beşek ji sîstema nivîsê ji hev derxist. Wan hevkarî kir bi arkeologê Tacîk Bobomullo Bobomulloev re. Ew yek ji wan kesan bû ku ev kîtabeya duzimanî kifş kiribû.
Nivîskara gotara navbirî, Svenja Bonmann dibêje, “Me rêbaza ji bo jihevderxistina hiyeroglîfên Misra Kevnar û nivîsa mîxî ya Farsiya Kevin, bi kar anî.”
Komê, aliyên tên zanîn ên nivîsên duzimanê yên nû hatine dîtin û nivîsên sêzimanî yên ji salên 1960´î ve hatibûn kifşkirin, anîn cem hev, û hêdî hêdî qismek ji sîstema nivîsa wan û zimanê wan ji hev derxist. Wan heta niha karî ji sedî 60´ê herfên/nîşanên hatine bi kar anîn ji hev derxin û hîna jî kar dikin li ser wê yekê ku ji sedî 40´î mayî jî ji hev derxin.
Rabihuriya Îranê ya Asya Navîn
Heta niha navûnîşana melikekî ji hev hatiye derxistin: Vema Taxtû yê Kuşanan. Li gorî lêkolînê zimanê nivîsê zimanekî Îranî yê kevnar e û heta îro ev ziman nedihat nasîn. Ziman ne Baktrî ye û ne jî Sakaya Xotanî ye.
Li gorî zanyaran, ev zimanê berê nedihat nasîn, yek ji zimanên Împaretoriya Kuşanan bûya tevî Baktrî, Hindo-Ariya Navîn û Sanskrîtî. Niha ji ber ku navê ziman nayê zanîn, lêkoleran navê demkî yê "Eteo-Toçarî" li vî zimanî kiriye.
Ev jî esas rabihuriya gelên Îranî (Arî) li Asyaya Navîn nîşan dide.