Zanista Rojava tovên çêdike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 30 Gulan 2023 - 00:12

XALID ETÊ/ANHA/QAMIŞLO

 

Gerînendetiya Lêkolînên Zanistî yên Çandiniyê ya Qamişloyê bi rêya tecrûbeyên xwe li 75 donim erd, hewl dide cureyên tovan bi pêş bixe, wan baş bike û cûreyên di warê berhemdarî û xwegirtinê de ne baş in, vebikişîne. Ew vê yekê bi gihandina cûreyên tovên nû pêk tîne.

Gerînendetiyê li gundê Hîmo yê li gundewarê Qamişloyê, li gorî 4 beşên sereke dixebite: Daîreya lêkolînên berhemên çandiniyê, daîreya lêkolîna parastina giyayan, daîreya lêkolînên daneyên xwezayê û daîreya lêkolînên sewalvaniyê.

Gerînendetiyê 75 donim ji zeviyên çandiniyê ji bo lêkolîn û çandiniyê veqetandine û tecrûbeyên tovan bi hemû cureyan li rûberên biçûk ên 10 metreyên bi çarçik diçîne.

Endamê rêveber ê Gerînendetiya Lêkolînên Zanistên Çandiniyê û endazyarê çandiniyê Îsmaîl Xelîl got, "Hin cure gihaştin qonaxa tevlihevî, xerabbûn û tecrîdbûna genetîk. Berhemên wan kêm bûn û êdî xwegirtina wan jî lawaz bû. Em li navenda xwe bi rêya tecrûbeyên xwe dixebitin da ku cureyên baş hilbijêrin û wan bixin şûna yên xerabbûyî."

Endazyar Îsmaîl Xelîl li ser rewşa îsal jî  got, "Rewş hinekî baş e, lê hin nexweşiyên kovarkê û kêzikan hebûn. Negihaştibûn qonaxa pandemiyê û em dikarin wê yekê têk bibin."

Endazyar Îsmaîl Xelîl got, xebata gerînendetiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya vekirina navendên li bajarên weke Reqa, Dêrik û Hesekê bê berferehkirin: "Wek gava destpêkê, hin bername me veguheztin Reqayê. Da ku lêkolîn û bername ji bo tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin kirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.