w Motîfa wê ya sereke “Peymana Sevr” (1920) û “Peymana Lozan”ê (1923) ne. Bi vê xebata xwe ew balê dikişîne ser van peymanan ên ku piştî sedsalan jî hîna bandora wan dewam dike.
Cemîle Şahîn hunermendeke ciwan a Kurd a li Elmanyayê ye. Ew bi gelek şêweyên hunerî re elaqedar e û bi rêya huner, xwe baş îfade dike. Li gel wêjevaniyê* ew bi hunerên hevçax re jî mijûl e û heta niha li gelek galeriyan kar û xebatên wê hatine nîşandan.
Mirov ji bo Cemîle Şahîn dikare bibêje, ew di navbera wêje, sînema, wênegirî, kolaj, peyker û hunerên hevçax de rêwîtiyekê dike û ji van huneran hemûyan sûdê werdigire. Her wiha mirov ji bo wê dikare bibêje ew bi awayekî multîmedya dixebite û înstalasyonên wê yên di vî warî de jî hene. Nexasim jî çêkirina filman ji bo înstalasyonên wê yan jî ji bo pêşangehan ji xurtiyên wê ye. Ew pirralî dixebite û bingehekî wê ya xurt heye. Cemîle Şahîn herî dawî bi xebateke nû ya cihê, bi pêşangeheke solo balê dibe ser du peymanên tesîreke mezin li Kurdan kirine: Peymana Sevrê û Peymana Lozanê.
‘Zanetî dê fêrî min min bikira’
Xebata nû ya Cemîle Şahîn a bi navê “It Would Have Taught Me Wisdom” (Zanetî dê fêrî min bikira) bi hevkariya galeriya “Esther Schipper” li mekanê vê galeriyê ev xebata solo tê nîşandan. Xebata wê ya nû hem ji nivîsê û hem jî ji dîmenan sûd werdigire.
Xebateke tevlîhev e ku ji gelek aliyan ve xwestiye demeke dîrokî şirove bike û balê bikişîne ser vê rewşê. Ew bi nivîs û dîmenan di mekan de bandoreke dîrokî ava dike. Jixwe, mijara wê jî dîrok bi xwe ye. Li ser dîwarekî wêneyê dema ku “Peymana Sevr”ê tê îmzekirin, heye û li pêşiya wêne jî peykerê porsenelî yê “Mînerva” hene yên ku bi awayê “3D”, dijîtal hatine modelîzekirin. Motîfên wê yên sereke “Peymana Sevr” (1920) û “Peymana Lozan”ê (1923) ne. Ew bi vê xebata xwe balê dikişîne ser van peymanan ku piştî sedsalan jî hîna bandora wan dewam dike. Ew li ser encamên wê lêkolînan dike û bi vê xebata xwe hin pirsan bi pêş bixe.
Ew pişta xebata xwe bi mîtolojî û dîrokê xurt dike û sêwirandineke balkêş derdixe holê.
Bandora Sevr û Lozanê
Wisa diyar e ku Cemîle Şahîn beriya halê dawî bide xebata xwe, ew bi rûpelên dîrokê daketiye û navê xebata xwe jî ji wir digire.
Şahê Prûsya Wilhelmê 2’yem gava xweziya xwe bi peykerê Mînerva tîne û di bin bandora peyker de dimîne, dibêje, “Zanetî dê fêrî min bikira...” Her çend têkiliya vê peyvê û peymana Sevrê bi hev du re tine be jî Cemîle Şahîn dixwaze têkiliyekê çêke.
Peymana Sevrê di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem de peymana herî dawî bû ku hatibû îmzekirin. Bi vê peymanê derbarê jiyana hin neteweyan de biryarên nû hatin dayîn û hin sînorên welatan jî ji nû ve hatin diyarkirin. Sînorên Kurdistanê jî bi van peymanan careke din hatibûn diyarkirin û Kurdistan jî hatibû çar parçekirin. Dewleta Osmanî ji sedî 80’yê axa xwe ji dest dabû û bi vî awayî ev peyman pêk hatibû. Hin encamên ku vê peymanê derxistine holê hîna jî dewam dikin û hin zehmetiyan li ser netewe û welatan ferz dikin. Gelek caran di siyaseta Tirkiyê de ev peyman weke bûyereke trawmatîk olan dide û Tirkiye tim xwe dispêre gotinên nijadperestî û dibêje, tehlûke li ser sînorên me hene. Cemîle Şahîn niha derbarê van peymanên dîrokî de dest bi xebatekê kiriye û xwendinên wê yên bi vî rengî hene. Ev xebata wê jî yek ji wan e û dixwaze li bondora peymanên Sevr û Lozanê yên li ser herêmê bikole û encamên wan bi xebatên hunerî binirxîne.
Bi zanebûn dike
Cemîle Şahîn ji bo karên xwe ji hemû hêlên hunerî sûd digire û gava vê yekê dike, bi zanebûn dike. Haya wê jê heye çi ji bona çi bi kar tîne. Dîmen, nîşan, sembol, nivîs, metn û şêwazên bi kar tîne tev bi hev re xizmeta xeyalsaziya wê ya bê sînor dikin. Ew ji rêzefilm û videoyên li ser înternetê jî sûdê digire û ji bo xebatên xwe bi kar tîne. Bi van dînamîkan bi zanebûn pêvajoyekê ava dike û dixwaze bi rîtma xwe ya resen ya di van xebatên hunerî de temaşevanan aciz bike. Ew bi van xebatên xwe nihêrînên nû pêşkeşî temaşevanan dike û dixwaze derbarê dîrokê de hin şiroveyên nû bi pêş bixe. Kar û xebatên wê zindî ne, ew her çiqas ji mijarên dîrokî sûdê bigire jî tiştên rojane jî di nav xebatên wê de tên dîtin. Ji ber wê, ew bi hunerên hevçax re jî têra xwe hemhal e û di vî warî de jî xwedî îfade û gotinên nû ye.
* Heta niha du romanên wê derçûne. Romana wê ya pêşî Taxi (Korbinian Verlag, 2019) jî ya diduyan Alle Hunde sterben (Kûçik hemû dimirin; Auflage Verlag 2020) jî behsa şer û encamên wê dikin. Di romanan de navê bajar û welatan nebe jî mirov tê derdixe ku mesele Kurdistan e.
Cemîle Şahîn kî ye?
Sala 1990’î li bajarê Elmanyayê Wiesbaden tê dinyayê. Li Londonê di “Koleja Central Saint Martins ya Huner û Sêwirandinê” de dixwîne. Her wiha ew li Berlînê di “Akademie der Kunste” ya ku di hêla hunerên bedew de navdar e jî dixwîne. Cemîle Şahîn li Berlînê dimîne û li wir xebatê xwe yen hunerî didomîne.
Sala 2019’an romana xwe ya yekem ya bi navê “Taxî” dinivisîne. Ew bi vê romanê xelata “Alfred Doblin-Medaillle” digire. Sala 2020’an jî romana xwe ya “Alle Hunde Sterben” (Kûçik hemû dimirin) dinivisîne. Di sala 2019’an de xelata ji bo hunerên bedew a “Ars viva” jî wergirtiye. Wê salê ew li “Akademie der Kunste” endamê “Junge Akademie” bû. Şahîn sala 2021’ê jî xelata “LVBG” ya ku “Wezareta Derve ya Elmanya” dide jî werdigire. Herî dawî jî xelata “Aartist in Residence-Stipend” ya “Yekîtiya Galeriyên Berlînê” dan wê.
Hin xebatên Cemîle Şahîn yên hatine nîşandan wiha ne;
Arbeit am Gedächtnis – Transforming Archives (Karê li ser bîrê-Veguherandina arşîvan), Akademie der Künste, Berlin (2021), Laboratory of Contested Space / Art & Truthtelling (Labaratuwara mekanê li ser llihevnekirî / Huner & Gotina rastiyê), Akademie der Künste, Berlin (2020); ars viva 2020, Kunstverein, Hamburg (2020); Where the Story Unfolds (Cihê ku çîrok xwe rdixe ber çavan), Akademie der Künste, Berlin (2020); Studio Berlin, Berghain, Berlin (2020); ars viva 2020, Galerie für Zeitgenössische Kunst, Leipzig (2019); Tell me about yesterday tomorrow (Ji min re behsa doh sibe bike), NS-Dokumentationszentrum, Munich (2019); Kurdisches Filmfestival, Babylon Cinema, Berlin (2019), û Die Kant, Uferstudios, Berlin (2017).
BERLÎN