Yekrêziyê bandorek erênî kir
Pêncşem 8 Gulan 2025 - 02:45
Çavdêrên siyasî li Kerkûkê serdana partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê girîng dibînin û gotin:“Yekrêzî û yekdengiya Kurdan ne tenê ji bo Kurdan, bandoreke erênî li ser Rojhilata Navîn jî dike.”Di vê derbarê de çavdêrê siyasî Husên Kerkûkî di destpêka axaftina xwe de hevdîtin û serdanên demên dawî yên aliyên Kurdan weke gaveke girîng nirxand û got:“Me dît di demên borî de Birêz Mezlûm Ebdî hat Başûrê Kurdistanê û çendîn hevdîtinên girîng pêk anîn. Her wiha Şandeya Îmraliyê serdana Başûr kir û bi berpirsên partî, hikûmî û kesayetiyan re civiya. Mirov dikare ji bo yekrêziya mala Kurdan ev gav gelek başin û divê bidomin. Bêgûman lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdan ya li Rojavayê Kurdistanê gaveke erênî ya gelek baş bû. Peyameke zelal hebû ku divê Sûriyeyeke nenavendî bê avakirin. Êdî sîstema navendî û hişmendiya yek kesî û xwe ferzkirin derbas bûye. Divê hemû gel û û pêkhate nûnertiya xwe bikin. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk, pêkhateyên wek Durzî û Elewiyên Sûriyeyê jî dikarin li heman gavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binêrin û Sûriyeyeke nenavendî bê damezrandin ku nûnertiya hemû pêkhateyan bike. Raste, li Başûr hikûmet û parlamentoya me heye, lê nûnertiya hemû Kurdan nake. Ji ber ku nûnerên Kerkûk, Xurmatû, Xaneqîn, Şengal û çendîn deverên din yên Başûrê Kurdistanê di Parlamentoya Herêma Kurdistan û hikûmeta wê de nînin. Lewma girînge ku konferanseke yekrêziyê li Başûr jî bê lidarxistin.”
Roja ronî ya Kurdan bû
Bekir Kerkûkî jî ku ew jî bal kişand ser girîngiya banga sedsalê ya Rêber Apo û geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha got:’’Rojhilata Navîn di guherîn û geşdanên dîrokî re derbas dibe. Ji aliyekî din ve Birêz Abdullah Ocalan peyameke girîng belav kir ku li asta herêmê û cîhanê deng veda û pêşwazî lê hat kirin. Her wiha hevalên Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana Başûrê Kurdistanê kirin û hevdîtin kirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî konferansa yekrêziyê hat lidarxistin. Gaveke gelek mezin bû û nîşaneya nêzîkbûna aliyên Kurdan û roja ronî ya Kurdan bû. Ev yek wê bibe sedem ku aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî li xwe vegerin û hembêza xwe ji bo gelê Kurd vekin. Sûriye di rewşeke ne baş de ye û neçare bi Kurdan re rûne û lihev bike. Ji xwe di aliyê Tirkiyeyê de her tişt li berçavane. Tirkiye neçare ku gotin, kiryar û helwestên xwe biguherîne. Êdî bi zextên navnetewî be yan jî sedema wê bihêziya tevgera Kurdan be, divê xwe biguherîne û li çareseriyê vegere.”
ROJNEWS/KERKÛK