- Hunermend Diyar Dêrsim got:“Em di demekî pir dîrokî re derbas dibin. Hunermendên welatparêz û şoreşger divê di vî demî de hinek li ser meseleyê bifikirin û ji bo yekîtiya gelê xwe bixebitin. Rola mezin dikeve ser milê hunermendan û hêza hunermendan jî heye.”
Hunermendên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê ne û li Ewropayê dijîn di sala 2019-2020an de Înîsiyatîfa Hunermendan ava kirin û li ser yekrêzî û yekdengiya gelê Kurd û xetereya şerê navxweyî xebatên cur bi cur meşandin. Hunermendan di çarçoveya van xebatan de serdana başûrê Kurdistanê jî kirin. Yek ji wan hunermendan jî Diyar Dêrsim bû. Hunermend Diyar Dêrsim têkildarî rol û mîsyona hunermendan a ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd ji Ajansa Welat re axivî.
Diyar Dêrsim destnîşan kir ku di mijara yekîtiyê de ji herkesê zêdetir ev bar dikeve ser milê hunermendan û got:“Ji ber ku hunermend dikarin bi rêya hunera xwe bêtir bigihin her aliyê civakê û di nava gel de ye. Lewma jî girîng e ku hunermend vê yekê bi awayekî pozîtîf ji bo yekîtiya welatê xwe, gelê xwe bi kar bîne. Tevî ku evqas hunermend hene jî çima gel sed sal in nikare birîna xwe ya xwîn jê tê derman bike. Ji ber ku vî gelî yekîtiya xwe çênekir ji azadiyê bêpar ma, bêwelat ma, bû leşkerên xelkê. Xelk bû xwedî welat, zimanê xwe bi pêş xistin, çima gelê me nekarî vê birîna xwe derman bike. Niha tu ji Kurdan bipirsî dê bibêjin ‘tiştê ji bo kurdan weke nan û avê pêwîst yekîtî ye’. Huner, hunermendîtî ne tenê li welatê me li her derê dinyayê wisa ye carna dibe hunermendê keyfê carna kapîtalîzm bi rê û rêbazan huner xistiye cihekî wisa ku hunermend dibin qirdên keyfê. Wê demê hunermend ji welatê xwe hez dike nake, xwe xwedî rol û misyon dibîne nabîne? Ev yek pir girîng e. Lewma jî evqas hunermend rola xwe tenê weke stran gotinê dizanin. Hunermendîtî ne tenê ev e.”
Hunermend xwe xwediyê dozê nabînin
Diyar Dêrsim bi lêv kir ku pirsgirêka gelê Kurd û welatê wî ya herî mezin azadî ye û got:“Hemû hunermend dibînin ku gelek mirovan ji ber vê pirsgirêkê çareser bikin ji bo ku bi gelê xwe re birûmet bijîn û gelê xwe ji bindestiyê xelas bikin canê xwe feda kirin. Bi salan şer kirin. Gelê me di gelek komkujiyan re derbas bû hate roja îro. Ev yek li ber çavên hunermendan çêdibe. Çima hunermend ji bo yekîtiya gelê xwe naxebitin? Endamên doza gelê me doza azadiyê şoreşa Kurdistanê hene. Kesên ku xwe welatparêz, Kurdperwer dibînin endamên vê dozê ne. Di serî de jî hunermend. Lê mixabin nexweşî çi ye? Bi taybetî jî hunermend xwe weke mevanê vê dozê dibînin. Xwe weke neferê vê dozê nabînin. Dibêjin ‘tenê ev welat welatê gerîla ye, ev azadî tenê ji bo gerîla pêwîst e’ weke ku ev welat ne yê wan be. Weke alîkariyê bike nêz dibe. Xwe derveyî vê dozê dibînin. Nexweşiya sereke ev e. Ya din jî bizanebûn xwe kûr nake. Nabêje ez hunermend im, divê dîroka gelê xwe, zimanê xwe, êşa xwe, çareseriya vê êşê bizanibim. Hunermendî ew e ku ji bo çareseriya gelê xwe di warê erênî de kedê bide, xizmetê bike. Mînakên şehîd Sefkan, Mizgîn, Hogir, Serhedan hene. Divê herkes xwe xwediyê vê dozê bibîne.”
Ewilî di nava xwe de yekîtiyê ava bikin
Diyar Dêrsim di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin:“Karê hunermend ê ewil ew e ku xwe azad bike, azad bifikire, li hember bandora desthilatdaran li ber xwe bide. Li Bakur em di bin bandora Tevgera Azadiyê de bi vê bîrdoziyê em mezin bûn. Divê hunermend xwe nêzî siyasetekê, bîrdoziyekê bikin. Lê tu carî ez xwe weke esîrê wê îdeolojiyê nabînim. Ez bi îradeya xwe ya azad wê îdeolojiyê nêzîkî xwe dibinim. Xebatê ji bo vê dozê dikim. Dibînim ku ji bo azadiya gelê min û welatê min reçeteya herî baş ev bîrdozî ye. Herkes wisa dibîne lê tu dinêrî hunermend zanebûneke xwe ya îdeolojî nîne tenê partîzaniyê dike. Xwe tenê ji aliyê aboriyê ve bi wir ve girêdaye. Azadî yekîtî tiştek wî eleqedar nake. Dibêjin bila nanê min hebe bes e. Berê jî wisa bû. Herkes hunermendekî axayekî bû. Tevgera Azadiyê ev yek şikand. Hunermend êdî hunermendê axayekî, begekî, mîrekî, eşîrekî nîne hunermendê gel e.
Hunermendî ne karê tirsonekiyê ye
Diyar Dêrsim bal kişand ser xebatên hunermendan ên ji bo yekîtiyê dan meşandin û got:“Me şandeyek ava kir em ji her çar aliyê Kurdistanê hunermend çûn başûrê Kurdistanê. Me li wir çi dît? Car caran xetereyên şerê navxweyî dît. Me mudaxileya wir kir. Dema siyaset germ bû û dîsa îhtîmala şerê navxweyî çêbû, dema hunermend rola xwe lîst me dît ku hêza hunermendan heye ku bandorê li ser siyasete çêbikin, li ser civakê çêbikin. Civak û gel dema hunermend diaxivin hunermendan guhdar dikin. Ji ber her roj siyasetmedaran guhdar dikin, dema hunermend diaxive guhdar dikin. Me li Başûr ev dît. Di bûyera Zînê Wertê de îhtîmala şerê navxweyî hebû. Dema hunermendan ev pirsgirêk anî ziman gel pêhesiya. Me mudaxile kir. Me beriya hefteyekê bi hunermendan re kom bi kom civîn çêkirin, ev pirsgirêk da fêmkirin pişt re em heştê hunermend hatin gel hev me bang kir. Vê bangê rola xwe lîst. Hinek hunermend ji siyasetê tirsiyan. An ku werin ji bo ku şer di nava Kurdan de dernekeve, yekîtiya me xurt bibe nêrîna xwe bînin ziman, tiştekî erênî bibêjin ketin hesabên ‘ez werim wir ka dê partiya min çi bêje, siyaset çi bibêje, kesê ji min re derfet avakirine dê van derfetan ji min bigire’.
Divê ji şoreşê re pêşengiyê bikin
Divê hunermend rastiyê, heqîqetê bibêje, ne tirse. Ji ber ku hunermendî ne karê tirsonek û nezana ye. Huner karê wêrek û zanaya ne. Em di demekî pir dîrokî re derbas dibin. Hunermendên welatparêz, xwedî wijdan û şoreşger divê di vî demî ku hem xetere û hem jî firsendên zêrîn tê de hene de hinek li ser meseleye bifikirin û ji bo yekîtiya gelê xwe kar bikin, em pirsgirêka azadiyê çareser bikin. Divê em beriya wê yekîtiya xwe pêk bînin ji bo yekîtiyê kar bikin. Herî zêde hunermend dikarin li ser vê meseleyê kar bikin. Divê hunermend xwe nefer û cewherê vê dozê bibînin. Ji şoreşê re pêşengtiyê bikin û bi hunera xwe rê nişan bidin.”
AW/FEXREDÎN KILIÇ