Danûstandin alternatîfa yekîtiyê nînin
Çarşem 6 Tebax 2025 - 03:45
- Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, pirsên têkildarî yekîtiya Kurdan, çareseriya pirsgirêka Kurd, pêkanîna civîna muhtemel a Parisê ya ku hatibû taloqkirin, pêwendiyên bi dewleta Tirkiye û hêzên navnetewî re û têkoşîna dijî çeteyên DAIŞ’ê bersivandin.
Di beşa duyemîn a hevpeyvînê de, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, bersiva pirsên têkildarî yekîtiya Kurdan, çareseriya pirsgirêka Kurd, pêkanîna civîna muhtemel a Parisê ya ku hatibû taloqkirin, mijarên dixwazin li wir bînin rojevê, pêwendiyên bi dewleta Tirkiye û hêzên navnetewî re û têkoşîna dijî çeteyên DAIŞ’ê bersivandin. Ebdî derbarê pirsa di mijara Yekîtiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê de ev nirxandin kir:’’Mijareke gelekî tê mereqkirin e. Hinek kes dibêjin sarbûn çêbûye, biryarên konferansê neketine piratîkê. Ez dixwazim bi zelalî bînim ziman. Vîna ji konferansê derketî me hemûyan eleqedar dike, ne cihê nîqaşê ye. Hevdîtinên niha li ser navê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û QSD’ê bi Şamê re têne çêkirin, ne alternatîfa wê ye. Di lihevkirina 10’ê Adarê de madeyên girêdayî mijara Kurd hene. Nêrînek cuda û berfireh a konferansê heye. Dema wexta wê hat, wê li ser navê partiyên Kurd, li ser navê gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya encama konferansê de bi hikumeta Şamê re guftugo bên kirin. Pilan ew bû ku mijarên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê yên weke şer, agirbest û hin mijarên piratîkî tavilê bên nîqaşkirin. Li kêleka wê jî şandeya Kurdî biçûya û li ser mijara Kurd nîqaş bimeşandana, lê mixabin heya niha derfeta wê çênebûye. Pişt hevdîtinên li Parîsê, ev mijar jî wê bê plankirin û şandeya Kurdî karibe biçe û nîqaş bike.’’
Hikûmeta Şamê civîn paşxist
Mazlûm Ebdî derbarê sedemên paşxistina civîna bi hikûmeta veguhêz a Şamê ya li Şamê jî ev nirxandin kir.’’Ji bo vê civînê ji aliyê me ve jî, ji aliyê dewletên garantor ve jî amadekarî hatibûn kirin. Dê civîn pêk bihata, lê di demjimêrên dawî de hate taloqkirin. Ji aliyê dewleta Fransayê ve bi awayekî fermî ji me re hat gotin ku civîn hatiye taloqkirin. Piştre Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li min geriya û got, ‘em amede bûn, em jî matmayî man, aliyê hikumeta Şamê bi mijara Siwêydayê ve mijûl in, ji bo wê em diwazin were taloqkirin”. Spasiya xwe ji bo me kir ku em amade bûn, di heman demê de xemgîniya xwe anî ziman ku civîn di dema xwe de çênebû. Gotin, ‘em ê israr bikin ku civîn di demeke kurt de çêbibe’. Dîsa em bi nûnerê Serokê Emerîkayê Tom Barrack re jî axivîn, spasiya me kir, xemgîniya xwe anî ziman û lêborîna xwe xwest. Dîrokeke ku hatiye diyarkirin, ji me re hatiye gotin. Eger dîsa tu kes xwe paş ve nekişîne, demeke nêz wê civîn were çêkirin.
Têkîliyên me bi Tirkiyê re hene
Mazlûm Ebdî derbarê tiştên di civîna Parîsê de bên nîqaşkirin wiha got:’’Em ê mijara îdarî ya bi Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ve girêdayî, sînoran, deriyên sînor, petrolê, entegrasyona QSD’ê nîqaş bikin. Dîsa mijarên ka em ê çawa beşdarî hikumeta Şamê, komîteya amadekar a parlamentoya Suriyeyê, xebatên amadekariya destûrê bibin. Mijarên xwendinê, fermîkirina dîplomayan û hinek mijarên din ên bi vî awayî hene. Derbarê rewşa dewleta Tirk a li Herêmê jî Mazlûm Ebdî ev nirxandin kir:’’Niha pêvajoyeke aramiyê heye, zêdetirî 4 mehan e kuştin, lêdan çênebûne, agirbestek heye. Ev tiştek erênî ye. Ev encama danûstandinekê ye. Helbet di navbera Tevgera Azadiyê û Tirkiyeyê de pêvajoyek giştî jî heye. Bandora wê esasî ye. Hêzên navnetewî jî di navbera me de kar kirin û danûstandin çêkirin. Ev têkilî hene, hinek kanal nava me de vekirîne. Em amadene hinek gavên din ku baweriyê bidin bavêjin. Helbet di nava wê de herêmên niha dagirkirî ne jî hene. Ji bo gelê me vegere Efrîn, Serê Kaniyê, divê ew jî werin çareserkirin.
Îradeya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê neguheriye
Ebdî di mijara têkiliyên bi koalîsyona navneteweyî de jî wiha got:’’Têkoşîna me li hember DAIŞ’ê dewam dike. Di dema dawî de hêzên koalîsyonê cihên xwe guhertin, lê xebatên me ne hatine guhertin, hin caran li ser asta Suriyeyê jî em di asta istixbaratî de kar dikin. Tişta nû ev e; têkiliyên Emerîkayê jî bi Şamê re hatiye çêkirin û niha ji Şamê tê xwestin ku ew jî bikevin nav vê xebatê. Em jî hewil didin di navbera me û Emerîka û hikûmeta veguhez de karek hevbeş were meşandin. Em ji vî alî ve cidî ne, tu astengî nîn in ku em tecrubiya xwe bi aliyê din re parve bikin. Bi taybet piştî 10 salên têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê, bingehek hatiye çêkirin ku têkiliyên siyasî jî li ser asta Suriyeyê pêş bikevin. Hebûna nûnerên Emerîka û Fransayê di civînên me yên bi hûkumeta Şamê re de, bi xwe jî mijarek siyasî ye. Bawer dikin ji vê pêvajoyê û şûnde wê aliyê siyasî baştir pêş bikeve.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN