• Di çalakiyên li seranserê Ewrûpayê de Kurdan ji welatên Ewrûpayê xwest Erdoganê Kîmyewî neezimînin, li şûna wê wî ji ber sûcên li dijî mirovahiyê li Laheyê dadgeh bikin.

Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê kîmyabaranê dike. Artêşa Tirk bi kîmyabarandina li Herêmên Parastinê yên medyayê, hem sûcê şer li dike û hem jî ji ber zêde bikaranîna sîlehên kîmyewî zerarê dide gundiyan û hawîrdorê.

Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) bi xwe li dijî van sûcên dewleta tirk dengê xwe nake û pê re jî civaka navneteweyî bêdeng e. Dawiya hefteyê Kurdistaniyan û dostên wan li seranserê Ewrûpayê ev bêdengî û bêhelwêstmana OPCW û dewletên Ewrûpî rûreş kir. Çalakî li gelek navendên Elmanyayê, li Fransa, Swîsre, Swêd û gelek welatên din ahtin kirin. 

FRANKFURT: Bi beşdariya Kurdên ji bajarên Elmanyayê Mannheim, Giessen, Mainz, Darmstadtê, çalakiya li dijî kîmyabarandina li dijî Başûrê Kurdistanê li ber  Gara Navendî ya Trênê (HBF) ya Frankfurtê dest pê kir û li meydana Römerplatzê veguherî mîtîngê. Pankarta li ser nivîsandî Kujerê Zarokan Erdogan bal bire ser xwe. Bi beşdariya hevserokên KON-MED´ê mîtîng pêk hat. Di axaftinan de hat gotin, "Ev sîlehîn kîmyewî li dinyayê qedexekirî ne. Gava bi van sîlehên qedexe gerîla şehîd dibin, dinya çavên xwe miç dike, xwe kerr û kor dike.  Dewletên Ewrûpayî di vî sûcî de hevparên dewleta Tirk in."

BERLÎN: Liser banga Nav-Berlîn û Meclîsa Jinan a Dest-Danê gelê Kurd û dostên wan li paytexta Elmanyayê Berlînê, li Brandenbûrger Torê kom bûn û êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar kirin. Di çalakiyê de daxuyaniya Civaka Azad hate xwendin û wê digot, “Ji 23’ê Nîsanê heta 23’ê Cotmehê di nava 6 mehan de 323 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û di van êrişan de 38 gerîla şehîd bûne.”

Nav-Berlînê jî got, ew bomberdûmanên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin: “Ev çekên kîmyewî yên li dinyayê qedexe, îro li dijî gelê Kurd tên bikaranîn. Divê deverên êrişên kîmyewî li wan hatine kirin, werin lêkolîn.”

HAMBURG: Li bajarê bakurê Elmanyayê Hamburgê, li ser banga NCDK´a Hamburgê û Defend Rojavayê dewleta Tirk a dagirker ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî şermezar kir. Xwepêşanderan got, ev sûcên şer in û li dijî mirtovahiyê ne.

Parlamentera Partiya Çep a eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir got, di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de heta niha gelek gerîlayên azadiya Kurdistanê û 50 welatiyên Kurdistanê şehîd bûne.Wê ji ber ku dibin hevparên Erdoganê Kîmyewî jî dewletên Ewrûpayê şermezarkirin: “Li şûna hûn ê vî dîktatorî xelat bikin, wî li Laheyê dadgeh bikin.”

KIEL: Kurdên li vî bajarê bakurê Elmanyayê jî li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) û OPCW’ê şermezar kirin.

Meşê li pêşiya Gara Navendî ya Trênan (HBP) Kielê dest pê kir. Xwepêşanderan bang li civaka navneteweyî kir da ku êdî bêdeng nemîne.

HEILBRONN: Li meydana Hafenmark a Heilbronê jî wêneyên şehîdên ji ber êrişên kîmyewî hatin hildan. Hevseroka NCDK’ê Gulistan Meşkîna di çalakiyê de got, “Rejîma dîktator a AKP û MHP’ê di êrişên dawîn ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi çekên kîmyewî êrişan dike. Ev tişt li ber çavên dinyayê tê kirin. Bêdengî piştgiriya dewleta Tirk e.”

FREIBURG: Li vî bajarê başûrê Elmanyayê jî êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bi meşekê hatin şermezarkirin.

Kurd li Platz der alten Synagogê hatin ba hev û bi pankart û dovîzan dest bi meşê kirin. Piştî meşê mîtîng hate kirin û bêdengiya dewletên Ewrûpayê ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî, hat rûreşkirin.

KASSEL: Li Kasselê li ser banga NCDK a Kasselê, Kurd û dostên wan li ber Gara Trênan a Navendî (HBF) ya bajêr civiyan.

SAARBRUCKEN: Li Saarbruckenê Kurdistanî û dostên wan li ber Europa Galeria bêdengiya dewletên Ewrûpî, civaka navneteweyî û OPCW´yê beramberî bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê şermezar kir.

Xwepêşanderan xwe dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê dadgehkirin. 

PARÎS: Kurd û dostên wan ên li Parîsê ji bo balê bikişînin ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, li pêşiya avahiya AFP’ê çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Li ser banga NCDK xwepêşander li ber avahiya ajansa nûçeyan a Fransî AFP’ê (Agence France Presse) kom bûn û li vir mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de li ser navê CDK-F’yê Bêrîvan Firat axivî û got, “Li gorî gerîlayan artêşa Tirk çekeke wisa bi kar tîne ku berê pêlek çêdibe û piştre bedena mirovan dişewitîne. Li gorî yên ji êrişê rizgar bûne, gazeke şîrîn û kesk û yeka spî û bêhna wê tûj hatiye bikaranîn.”

Firat diyar kir ku ji Protokola Cenevre ya 1925’an û vir ve bikaranîna çekên toksîk, xenîqîner û bakteriyolojîk qedexe ye: “OPCW ji bo vê hatiye avakirin. Tevî vê, heta niha ne OPCW û ne jî aktorên din ên navneteweyî ti gav neavêtine. Em bang li hikûmeta Fransyê, NY û civaka navneteweyî dikin, ji bo berjewendiyên xwe, xwe li sûcên li dijî mirovahiyê kerr û kor nekin. Divê polîtîkaya şer a dewleta Tirk were şermezarkirin.”

GRAZ: Li vî bajarê Awusturyayê Kurd û dostên wan li Sudtirolplatzê kom bûn û bi pankartan bal birin ser êrişên dewleta Tirk dibe ser Kurdistanê.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêdê Stockholmê li ser banga KCDK-E’yê Kurd û dostên wan dewleta Tirk ji ber ku çekên qedexe bi kar tîne, OPCW û hêzên navneteweyî jî ji ber ku bêdeng dimînin, protesto kirin. Meşê li Norra Bantorgetê dest pê kir û Kurdên li Gavle, Vesteras û Ûpsalayê jî tevlî meşê bûn.

Çalakgeran ji bo balê bikişînin ser hovîtiya dewleta Tirk kincên spî li xwe kirine û heta Parlementoya Swêdê ya li Myntorgetê meşiyan. Li meydana mîtîngê Hevseroka NCDK’a Skandînavyayê Nadya Salih got “Gerîla sembola berxwedanê û rûmeta me ye, lê îro bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Em ji peymanên navneteweyî û mafên mirovan ên Ewrûpayê bawer nakin, ji ber ku bi çekên wan em tên kuştin.”

LÎMASOL: Li bajarê Qibrisê Lîmasolê jî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin. Xwepêşander li Moloz Parkê kom bûn û êriş protesto kirin. Di çalakiyê de dezgeha agahdarkirinê jî hat danîn.

NAVENDA NÛÇEYAN