YAT’ê 4 DAIŞ'î gritin

Sêşem 8 Kanûn 2020 - 16:20

  • Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên ser bi YPG’ê li Til Hemîsê de 4 çeteyên DAIŞ'ê girtin.

Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên ser bi YPG’ê, di operasyona 6’ê Kanûnê ya li Til Hemîsê de 4 çeteyên DAIŞ'ê girtin. Ji van çeteyan 2 berê di nav îstîxbarata DAIŞ'ê de bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser operasyonê daxuyaniyek da û ragihand ku YAT’ê di vê operasyonê de bi giştî 4 çete girtine û dest danîne ser gelek çek û cebilxaneyê.

YPG’ê li ser mijarê ev agahiyên parve kirin:

“6’ê Kanûnê, Yekineyên Antî Terorê (YAT) li herêma Til Hemîsê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek li dar xist. Di vê operasyonê de 4 çete hatin girtin. Navên kesên ku hatin girtin ev in:

Mohsen Fehîd El Duwaîh, Gazî Dohan, Hemed Elî El Nasser û Muhanned Mohsen Fehîd El Duwaîh

Ji wan, Mohsen Fehîd El Duwaîh û Gazî Dohan berê di nav DAIŞ’ê de xebatên îstixbarat û kuryetiyê kirine û li hemberî hêzên me tevlî gelek şeran bûne.

Di operasyonê de herwiha miqdarek cebilxane û amûrên teknîkî jî hatin desteserkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.