Yahhya razî ye ji albuma xwe

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 18 Cotmeh 2022 - 04:06

RONÎ ARAM/ANF/STENBOL

 

Hunermendê Kurd Yahhya beriya çendekê albuma xwe ya destpêkê ya solo bi navê Dereng bi etîketa Red Music Digitalê weşand. Ew ji bo navê albumê, dibêje, 'Dereng' bi rengekî metaforîk tê maneya 'Ji bo ti tiştî dereng nîne'.

Yahhya anî ziman ku dema ew muzîkê dike, ew xwe ji cihekî xwedî nake, ji cihê ku xwe xwedî dike stranan çêdike, ya di tûrikê xwe de parve dike. Yahhya got, "Di tûrikê min de hêvî, nebûna hêviyê, gotin û çîrokên ji erdnîgariya me, ji çand û mirovên me hene."

Yahhya da zanîn ku di albuma xwe ya destpêkê de ew gelekî xebitîye, ji nava 12 stranan 8 stran hilbijartine, bi berfirehî li ser wan sekiniye û got, "Tevî ku albuma destpêkê ye, qeyda destpêkê ya li studyoyê ye, bi dîtina min, bû albumeke baş. Nêzîkatiyên gelekî erênî jê re hate nîşandan. Şiroveyên li ser stranan û klîpê kêfa min anîn. "

 

‘Ne tenê stranbêj, ez guhdar im jî’

Li ser stranên rock, slow û pop ên di nava albumê de Yahhya got, "Bi qasî ku stranbêj im, ez guhdarek im jî. Naxwazim ku stranbêjek min bixe nava halekî bi tenê yê ruhî. Dixwazim li hin deveran coş û kelecanê bide, li hin cihan xemgîn bike. Lewma balans, hevsengî û cihêrengiya di albumekê de bi dîtina min tiştekî baş e. Her wiha gava mirov bala xwe dide şiroveyan, dibîne ku strana favorî ya her kesî cuda ye. Ev jî nîşan dide ku her kes ji nava vê albumê tiştekî ji bo xwe peyda dike."

 

Bi Kurdî fêm dikin nikarin biaxivin

Têkildarî zor û zehmetiya muzîka bi zimanê dayikê jî Yahhya got, "Tişta hêsan û rehet, timî tiştekî ji mirovan dibe, bêyî ku haya mirovan jê çêbe. Muzîka bi zimanê dayikê hêsan e, lê belê jidestdana çand û dayikê jî ewqasî hêsan bûye. Navê Kurdî zêde bûne, lê belê axaftina bi Kurdî kêm bûye. Mixabin hejmara Kurdên ku ji Kurdî fêhm dikin, lê belê nikarin biaxivin gelekî zêde bûye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.