Yadê Afîfa: Em ê komployê pûç bikin

Çarşem 14 Sibat 2024 - 00:57

Dayika Aştiyê Afîfe Kartal 57 salî ye û ev 30 sal in têdikoşe. Yadê Afîfe ji gundê Qizlal a Farqîna Amedê ye û hê bi zaroktî tê zewicandin. Dewleta Tirk a dagirker gelek zext û zordariyan lê dike, ku gundê wan jî sala 1993’an bi sedema ku qorîcîtî qebûl nekirine tê şewitandin û ew jî ji bêgavî tevî malbata xwe tên li Amedê bi cih dibin. 

Terora Tirk li Amedê li ser zarokên wê jî zêde dibe, keça Yadê Afîfa gelek caran dixin nezarete û dawiyê keça wê Têkoşîn sala 2011’an biryarê li ser tevlêbûna li nav refên PKK’ê dide û piştî 7 salan li Licê di şerê dijî dagirkeriya Tirk de şehîd dibe. Her wiha kurê Yadê Afîa Muhammed jî hê di 19 saliya xwe de tê girtin û 22 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn.

Yadê Afîfa li gel hemû zext û zordariyên dewleta Tirk jî ji têkoşîna xwe nayê xwarê, li gel ku nexweş e jî di nav her çalakiyê de cih digire. Yadê Afîfe vê jî tevlî nav Nobeta Dadê dibe ya li Taxa Rezan a Amedê dibe.

Bila Serok li nav gel be

Yadê Afîda ku ji Jinnewsê Rozerîn Gultekîn re axiviye, dibêje jiyana wê bi têkoşînê derbas bûye, balê dibe ser Komploya Navnetewî û dibêje,“Çi mafê wan hebû ku Serokatî radestî dewleta Tirk kirin? Ez ji bo serokatiyê ketim nava têkoşînê. Ez dixwazim êdî çareserî û aştî pêk were. Bila ji girtîgehê derkeve û were nav gelê xwe. Gel çi ji wî dixwaze bila ew bibêje. Ger ew azad bibe, em jî azad dibin. Zarokên me li ser şopa  wî ne, em jî li ser şopa zarokên xwe ne."

Dewleta ji Ocalan ditirse

Têkilî armanca çalakiya Nobeta Dadê ku ji 4’ê Kanûnê ve didome Yadê Afîfa wiha dibêje: ‘’Em vê çalakiyê ji bo bidwîkirina tecrîdê û azadiya gelê Kurd li dar dixin, em dayik pêşengiya vê çalakiyê dikin. Em baş dizanin ku ji ber tirsa Ocalan rê nadin ku agahî jê bê girtin. Ji ber ku ew kesek e ku hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo Tirkan dikare gelek tiştan bike. Belê, 25 sal in Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin, lê em jî 25 sal in li kolanan in û cihê xwe di nava vê têkoşînê de digirin. Li hemberî hemû zext, binçavkirin û zilmê, çi daxuyaniya çapemeniyê be, çi çalakî be, çi berf be, çi zivistan û çi nexweşî be, me li ber xwe da. Em êdî van neheqiyan qebûl nakin."

Bêyî Ocalan em azad nabin

Yadê  Afîda wiha domand: ‘’Em li ser şopa zarokên xwe ne. Em di zûtirîn demê de aştî, aramî û azadiyê dixwazin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan hemû cihanê li ber xwe da. Ger Ocalan azad bibe dê her kes azad bibe. Lê ger ku nebe wê ez zilm bidome. Ji Ewropayê jî hatin serdana nobeda me. Kesên ku bêdeng dimînin kesên dewletparêz in. Eger hemû Kurd li ber xwe bidin dê çareserî pêk were.”

Em ê komployê pûç bikin 

Bi berdewamî Yadê Afîfa got armanca tecrîdê ew e ku têkiliya Ocalan û gel ji hev qut bikin û got,"Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em di vê rêyê de mirin. 25 salên din jî di girtîgehê de bimîne em ê li pey bin. Em ê komployê pûç bikin. Banga min ji gel re ev e, serî netewînin, rabin ser piyan. Em ê nobeda xwe bidomînin. Meşa ku hatiye destpêkirin wê bibe meşa azadî, aştî û wekheviyê."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.