- Ebdulcabir Hebîb derhêneriya şanoyê dike û tê de zarokên bajarê Qamişlo û lîstikvanên navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner, bi rolên xwe radibin.
Desteya Çandê ya herêma Cizîrê di çarçoveya Çalakiyên Dibistana Şanoyê de, şanoyeke bi navê “Xwendin Jiyan e” li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner nîşan da.
Ebdulcabir Hebîb derhêneriya şanoyê dike û tê de zarokên bajarê Qamişlo û lîstikvanên navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner, bi rolên xwe radibin.
Şanoya “Xwendin Jiyan e” der barê giringiya elaqedariya zarokan bi xwendin û dibistanê û dûrketina ji karkirina zarokan bû. Şano her wiha li ser perwerdekirina zarokan û dûrxistina wan ji hevalên nebaş e. Ew nexasim jî behsa giringiya domandina xwendinê dike.
Di şanoyê de zarokekî ku dev ji dibistanê berdide, berê xwe dide karê li dikanên “sînaa”. Lê ew di dawiyê de ji ber kirinên nebaş, dikeve rêya şaş, û hêzên ewlekariyê wî digirin.
ANHA/QAMIŞLO