Xwendekar dîrokê ji nû ve dinivisînin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 9 Sibat 2024 - 00:34

Piştî ku Çiyayê Vezuv ê volkanîk teqiyabû gelek tiştî bi xwe re şewitandibû. Parşomenên Romayî yên 2000 salî jî di dema teqînê de bûbûn qirik ango şewitîbûn. Lê çend xwendekar gihiştin hevdu û ji bo nivîsên li ser van parşomenên şewitî deşîfre bikin xebitîn. Xwendekarên ku li vê meseleyê kolan piştî demekê bi ser ketin û nivîsan bi saya teknîka “hişê çêkirî” deşîfre kirin.

Ji Emerîka, Swîsre û Misrê sê xwendekar gelek peyv û hevokên li ser parşomen deşîfre kirin û ji bo vî karê xwe yê serketî xelateke ku bihayê wê 700 hezar dolar e wergirtin. Vesuvius Challenge ji bo “pirtûkxaneya antîk” a ku di dema Çiyayê Vezuv de şewitiye ji bo xwendekaran ev pêşbirk li dar dixe û dibêje “dîrokê ji nûve binivisînin.” Vesuvius Challenge ji bo sala 2024’an de jî xelateke nû diyar kiriye û ji bo xwendekar karibin parşomenên şewitî bêhtir deşîfre bikin dixebite.

Parşomenên ku xwendekar li ser xebitîne û deşîfre kirine weke “Parşomenên Herculaneum” jî tên zanîn. Herculaneum yek ji vîlayên Ramayî bû ku piştî xebatên arkeolojîk hatibû kifşkirin. Pisporên di vî warî de dixebitin didin zanîn ku qederê 1800 parşomenên şewitî hatine dîtin di vê vîlayê de û ev parşomenê hatiye deşîfre kirin jî tenê yek ji wan parşomenan e. Parşomenê hatiye deşîfre kirin jî behsa felsefeya Atîna ya Epikuros dike.

Xwendekarên ku di vî warî de xebata xwe birin serî û bi ser ketin ew ê rê li ber gelek pêşketinên din ên bi vî awayî jî vekin. Nexasim jî di warê arkeolojiyê de ew ê karê arkeologan hêsantir bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.