Rojnameya Xwebûnê ya heftane, salek li pey xwe hişt. Berpirsyarê Karê Nivîsê yê rojnameyê Îdrîs Gurmez têkildarî salvegera rojnameyê diyar kir ku wê di sala nû de abonetiya dîjîtal a rojnameyê bidin destpêkirin û xwest her kes bi hişmendiya neteweyî xwedî li rojnameya Xwebûnê derkeve.
Gurmez ji Ajansa Mezopotamya re ji Fahrettin Kiliç re peyivî û got, ne pêkan e ku rojnameyek tenê ji bo neteweyekê bibe bersiv û wiha dewam kir: “Bi ya min deh rojnameyên mîna Xwebûnê hebin jî dîsa têra pêwistiya gelê Kurd a ragihandina zimanê Kurdî nake. Xwebûn hewl dide ku bibe bersiv. Gihiştiye astekê jî.”
Gurmez ji bo qedandina salekê ya Xwebûnê got, “Heta niha 52 hejmarên rojnameyê derketine. Di her hejmarê de hevpeyvînek heye. Em dikarin bibêjin bi 52 nivîskar, hunermend, wêjevan, lêkolîner û siyasetmedaran re hevpeyvînên berfireh hatine kirin. Taybetmendiya rojnameyê ya herî berbiçav em dikarin bibêjin ev e. Gelek nivîskarên ciwan ên ku nû dest bi nivîsê kirine û nivîskarên jin hene. Her wekî din nivîsên lêkolînî yên dîrokî hene, me cih da kar û xebatên folklorê jî. Xwebûn gihişte nifûseke mezin a Kurdan.
Piştî ku rojname derket, elaqeyeke zêde derket holê. Bi elaqe û nêzîkatiya germ me girîngiya rojnameya Kurdî bêhtir dît. Nirxandin û şiroveyên baş hene derbarê rojnameyê de. Lê li gel van rexne jî hene. Em wan li ber çavan digirin û hewl didin ku wan xeletiyên xwe ji holê rakin.”
Gurmez, bang li her kesî kir da ku li ser xeta neteweyî xwedî li rojnameyê derkevin: “Me dest bi hin tiştên nû kiriye. Em dixwazin xwendevan ji me re nivîsên xwe binivîsin û bişînin. Di sala nû de abonetiya dîjîtal a rojnameyê wê dest pê bike. Kesên ku bi awayê kaxiz nikarin xwe bigihînin rojnameyê, li kû derê dibe bila bibe, dikarin li ser malpera rojnameya Xwebûnê abonetiya xwe ya dîjîtal çêkin, xwe bigihînin rojnameyê da ku sûda wan ji rojnameyê re çêbe. Em dixwazin her kes bi hişmendiya neteweyî xwedî li rojnameyê derkeve û ji rojnameyê re bibe alîkar.”
AMED