Xwedî li Mîrasa Mam Zekî derdikevin

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 22 Gulan 2022 - 21:37

  • Li bajarê Elmanyayê Celleyê, Mîhrîcana Çand û Huner a Êzîdxanê ya 2‘yan bi coşeke mezin bi rê ve çû.

Li bajarê Elmanyayê Celleyê, Mîhrîcana Çand û Huner a Êzîdxanê ya 2‘yan bi coşeke mezin bi rê ve çû. Di mihrîcanê de peyamên parastina çanda Êzîdî û biserxistina Xweseriya Şengalê ji bo misogerkirina hebûna civaka Êzîdî, derketin pêş.

Mihrîcan bi dirûşma “Bi xwedîderketina mîrasa Mam Zekî, Xweseriya Şengalê û çanda Ezîdxanê biparêze” dest pê kir. Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî, Şaxê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan PADÊ ya li Ewrûpayê, Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdiyan( NAV-YEK), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, Hevbendiya Êzîdiyên Sûriyê, Hevgirtina Ciwanên Êzîdî, Navenda Çanda Êzîdxanê û Sîwana Meclîsên Gundên Êzîdî yên Bakurê Kurdistanê bi hev re banga beşdariya festîvalê kiribûn. 

Di daxuyaniya li ser navê van saziyan li cihê mihrîcanê hat gotin, “Bi tevlîbûna vê mihrîcanê, em nîşanî cihanê didin ku em xwedî li berxwedan û mîrasa Mam Zekî û hevrêyên wî derdikevin.”

Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç jî got, “Divê li dijî xiyaneta PDK'ê û êrişên dewleta Tirk em li cem gerîla bin.” 

Rojnamevanê Ermenî Hayko Bagdat jî got, “Yên ku ji Êzîdiyan fêm bikin, Ermeniyên qirkirî ne.”

Piştre Koma Zarokên Rojê, hunermendên NCE, Îlona Avesta, Elind, Dîlan Dilsoz û Azad Bedran derketin ser dikê û Koma Laleş jî govendên gelêrî nîşan dan. 

ANF/CELLE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.