Xwedî li berxwedanê derdikevin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 11 Gulan 2021 - 04:03

  • Kongreyên NCDK´yan li Elmanyayê dewam dikin. Li bajarên Esslingen, Heilbronn, Bodensee û Freiburgê di dema kongreyan de rexne li pasîfbûna NCDK´yan di dema pandemiyî de hat girtin. 

Li bajarên başûrê Elmanyayê Esslingen, Heilbronn, Bodensee û Freiburgê Kurdistaniyan kongreyên Meclîs û NCDK´yên xwe kirin. Di nirxandinan de rexne li pasîfbûna NCDK´yan di dema pandemiyê de hat girtin. Di kongreyan de peyama xurtkirina helwêsta xwedîderketina li berxwedana gerîla jî derket pêş.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Esslingenê kongreya xwe ya asayî li dar xist. Ji ber pandemiyê, beşdarî hat sînordarkirin. Piştî rêzgirtinê, pêvajoya siyasî hat nirxandin û raporên xebatê hatin xwendin. 

Di nirxandina pêvajoya siyasî de xwedîderketina li berxwedana gerîla derket pêş. Di nirxandinê de hat gotin, "Ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Apo çi lazim be, em ê bikin." 

Lîsteya ji bo rêveberiyê piştre kete hilbijartinê, û Faruk Mutlu û Sevda weke hevserok hatin hilbijartin.

NCDK pasîf ma

Li Heilbronnê jî NCDK´ê kongreya xwe ya asayî ya 8´an li dar xist. Kongre ji ber pandemiyê li baxçeyê komeleyê pêk hat. Piştî rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê, Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç şehîdên Gulanê bi bîr anîn û got, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan pêk tên. Wî got, êriş li dijî destketiyên Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê ne. Wî xwest, Kurdistanî bi çalakiyan nîşan bidin ku ew bi berxwenda gerîla re ne.

Piştî xwendina rpoaran û rexneyên pasîfbûna komeleyê di dema pandemiyê de, hilbijartin hat kirin. Gulistan Ateş û Şevket Çelik bûn hevserok. 33 kes jî ji meclîsê re hatin hilbijartin. 

Xelat dan Xalo

Li Bodensee jî konreya NCDK´ê pêk hat. Di nirxandinan de hat gotin, li dijî dagirkeriyê êdî helwêsta xelkê Kurd li Ewrûpayê jî girîng e. Piştî xwendina raporan û rexneyan Ahmet Mêrdîn û Gulten Mereş weke hevserok hatin hilbijartin. 

Li Freiburgê jî NCDK´ê bi beşdariya 60 kesan kongreya xwe ya 11´an li dar xist. Piştî rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê, rapor hatin xwendin û pêvajoya siyasî hat nirxandin. Piştî minaqeşeyan rapor hatin erêkirin û meclîseke 49 kesî ya ji 8 komîsyonan hat hilbiajrtin. Leyla Dersim û Salih Torî weke hevserok hatin hilbijartin. Ji ber xebata wî ya daimî û zêde,  Meclîsê xelata kedkariyê da Xalo. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.