Dema kongreyên KON-MED’ê ye
În 25 Adar 2022 - 22:24

- Pênc federasyonên ser bi Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) û qederê 60 Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) dest bi pêvajoya kongreyê dikin.
SAÎT OZTURK / HEILBRONN
Pênc federasyonên ser bi Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) û qederê 60 Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) dest bi pêvajoya kongreyê dikin. Hevserokên KON-MED´ê Zubeyde Zumrut û Engin Sever got, vê hefteya bihurî pêvajoya kongreyan dest pê kiriye û wê tevaghiya Nîsanê jî dewam bike. Piştre di Gulanê de federasyon wê kongreyên xwe li dar bixin.
Engin Sever got, “Ji ber koronayê me xebatên xwe bi astengiyan meşandin. Ev cara pêşî ye ji hingî ve ku em ê kongreyên xwe bi plansaziyekê li dar bixin. Em ê bi plansaziyên perwerde, çand, siyasî, civakî, yên ji bo ciwanan, jinan û zarokan, bi bernameyên wiha girîng ên ji bo gelê xwe, em ê bikevin kongreyan. NCDK li her deverê, divê bi bîreweriya berpirsiyariya ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê hereket bikin. Minaqeşe li gorî vê be, biryar werin wergirtin û proje bên bipêşxistin. Xurtkirina saziyên me jî bi xwedîderketina gelê me dibe. Ji bo kongre xurt bin, em bang li gelê xwe dikin da ku beşdar be.”
Jin, zarok û ciwan wê li pêş bin
Hevseroka KON-MED´ê Zubeyde Zumrut jî got, “Projeyên KON-MED‘ê berê amade kirine hene. Ji bo ku em meclîsan ji nû ve bikin xwedî fonksiyon, em ê van projeyan xurt bikin û pêşkêşî meclîs û federasyonên xwe bikin. Xebatên me wê nexasim ji bo amadekirina projeyên ji bo jinan, ciwanan û zarokan bin. Gelê me xwedî li saziyan derdikeve. Lê belê di warê endametiya fermî de em nagihîjin asta wê xwedîderketinê. Heta niha sîstema endametiyê zêde li pêş nehatiye girtin. Em ê vê biguherînin. Me berê serê malê kesek dikir endam. Di pêvajoya nû de, em ê bi kampanyayeke mezin hewl bidin her kesî bikin endam.”
Vê dawiya hefteyê li bajarên Elmanyayê Kiel, Hannover û Kassel NCDK kongreyên xwe li dar dixin.














