Komîsyona perwerdeyê ya Navenda Civka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Bielefeldê, baweriyên li Kurdistanê, yanî Îslam, Elewîtî, Êzîdîtî, Xirîstiyaniya Ortodoks a Suryaniyan bi panelekê hatin cem hev. Navê panelê “Stratejiya asîmîslasyona çandî ya dewleta Tirk a beramberî dînan çi ye? Beramberî vê rê û rêbazên têkoşîna hevpar û tedbîrên xweparastinê û terzê wan divê çawa bin?”.
NCDK-Bielefeldê panel yekşemê bi rê ve bir û li ser navê Elewiyan parlamenterê berê yê HDP´ê Demir Çelik beşdar bû. Li ser navê baweriya Xirîstiyan Ortodox a Suriyaniyan Athro Ashur, li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Mele Ehmed Sipkî û parlamenterê berê yê HDP´ê Alî Atalan ê bi xwe Êzîdî jî di panelê de qiseker bûn.
Ji nivîskarên rojnameya me Husnu Çavuş moderatoriya panelê kir. Panelê bi nîşandana vîdeoyeke li ser dîroka komkujiyên li dijî van baweriyan hat nîşandan. Di beşa yekem de qiserkeran behsa aliyên demokratîk komunal û exlaqî polîtîk kir. Wan got, her ku ev bawerî nêzî dewletê dibin, ev xisletên wan qels dibin. Wan got, hevkariya baweriyan li dijî dijminêî hevpar gelekî girîng e.
Di beşê diduyan de beşdaran karîn pirsa ji qisekeran bikin.
BIELEFELD