Darmstadt şaredarê xwe hildibijêre

Nûçeyên Dîaspora

În 17 Adar 2023 - 16:33

Li bajarê Elmanyayê Darmstadtê, 19 Adarê hilbijartina şaredarê bajarê mezin heye. Namzetên şaredariyê di taştê ya Meclîsa Jinan Roza ya ser bi Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Darmstadtê de hazir bûn. Di vê taştêyê de alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê hat berhevkirin.  

Namzetên şaredariyê xwestin ku Kurd di hilbijartinê de destekê bidin wan. Namzetê Partiya Lîberal (FDP) Gerburg Hesse Hanbuc, yê Partiya Çep (Die Linke) Ulrich Franke û ji SPD´ê Hanno Benz, ji “Uffabese” Kerstin Lau, ji “Volt”ê Holger Klötzner ji ber erdhejê xemên xwe îfade kirin. Wan paşê behsa bernameyên xwe yên hilbijartinê kir û xwest endamên civaka Kurd a Darmstadtê yekşemê dengê xwe bi kar bînin.

Rêxistinên Kurd jî ji Kurdistaniyan xwestin ku yekşemê (sibe) dengê xwe di hilbijartina şaredariyê de bi kar bînin.

Di taştêyê de ji bo alîkariyê 4 hezar euro alîkarî hat berhevkirin û NCDK´ê ev pere dan Heyva Sor a Kurdistanê da ku bigihîne mexdûran.

DARMSTADT 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.