Osnabruck jî gihişt NCDK'a xwe
Duşem 23 Tebax 2021 - 23:55
Kurdistaniyên li bajarê Elmanyayê Osnabruckê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi merasîmekê vekirin. Merasîma vekirina NCDK'ê 22'ê Tebaxa 2021'ê pêk hat û nûnerên gelek partî û saziyên civakî yên sivîl ên Elman jî beşdar bûn.
Piştî rêzgirtinê, peyama Meclîsa Gel a Osnabruckê hate dayin û navenda nû li xelkê herêmê hate pîrozkirin.
Hevseroka Konfederasyona Kurdên li Elmanyayê (KON-MED) Zubeyde Zumrut jî navend li xelkê pîroz kir û bang li Kurdistaniyên li deverê kir da ku xwedî li navenda xwe derkevin.
Beşdarên Elman jî di merasîmê de axivîn û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re nîşan dan.
Di dawiyê de jî Hozan Seyîdxan derkete ser dikê.
OSNABRUCK