Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Mainzê kongreya xwe ya 10´an li dar xist. Kurdistaniyên ji Mainz, Wiesbaden, Bingen û derdorê beşdarî kongreyê bûn. Di dema xwendina raporên malî û xebatê de nîqaş hatin kirin.
Bi rexneyên li rêveberiyê hatî kirin, hat gotin, têkiliyên rêveberiyê hem bi xelkê re û hem jî di nava xwe de qut in. Ji ber nebûna peywendiya di nav endamên rêveberiyê de û ji ber helwêstên ferdî yên nerêxistinî jî xebatên saziyê xitimîne.
Di kongreyê de hat gotin, divê ciwan êdî çalaktir di xebatan de cihê xwe bigirin û ji bo vê jî nabe ku helwêstên ciwanan demoralîze dikin, bên nîşandan. Di kongreyê de qenaeta giştî bû destekkirina ciwanan ji bo ku bêhtir xuya bikin.
Piştî nîqaşê, rêveberiya nû hevserokên nû yên NCDK a Mainzê hatin hilbijartin.
MAINZ