ARAT ARARAT/BIELEFELD
Li Elmanyayê gelek komeleyên Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) kongreyên xwe dikin, û rêveberiyên xwe yên nû hildibijêrin. Yek ji van komeleyan a Bielefeldê bû. Hevserokên nû yên NCDK´a Bielefeldê yên nû Sibel Yaylagul û Nurî Koyun got, armanca wan ew e ku xebatên ji bo ciwanan û jinan derxin pêş. Di nava karên ku bidin pêş de wê dersa Kurdî û komîsyona jinan hebe.
Di kongreya NCDK´a Bielefeldê de hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç, serokê mizgefta Şêx Seîd a Bielefeldê Bişar Topaloglu, nûnera Tevgera Jinên Êzîdî Sosin Kartal, delege û mêvan hazir bûn. Yuksel Koç lazim e meclîs li gorî pêdiviyên gel xwe birêxistin bikin û çareseriyan ava bikin.
Ji gel qut e
Di rapora malî de rexne li kêmbûna endamên komeleyê hatin girtin. Di raporê de hat gotin xebatên komîsyonên wan kêm bûne, lazim e ew xwe bigihînin penaberên nû çûne kampan yan jî nû çûne bajêr.
Apê Silêman ê ku ev 40 sal in di nava têkoşînê de ye jî rexneyên xwe kirin: “Meclîs bi rola xwe ranabin. Têkoşîna me mezin dibe lê meclîsa me nameşe. Lazim e gel bibe hevparê xebatên meclîsê.”
Xebatên ji bo jinan kêm bûn
Hevseroka NCDK´a Bielefeldê ya berê Ayşe Çelîk jî rexne li xwe girtin û got, “Ji ber zêdebûna xebatên pratîk, me nekarî projeyên cihê bi pêş bixin. Sermeselê, tevî ku min pirr dixwest me nekarî komîsyona jinê ava bikin.”
Meclîsa û hevserok hatin hilbijartin
Piştî minaqeşeyan meclîsa ji 50 kesî hat hilbijartin, û weke hevserok jî Sîbel Yaylagul û Nurî Koyun hatin hilbijartin.
Sîbel Yaylagul da zanîn ku ew di xebatan de jin û ciwana li pêş bigirin: “Em ê hewl bidin peywendiya xwe ya bi xelkê Bielefeldê re xurttir bikin. Em ê firotina berhemên destan ên jinan organîze bikin. Em ê rêbazên hevdîtina bi jinan re bi pêş bixin. Li avahiya komeleya xwe em ê xebatên govend, koro û muzîk bidin destpêkirin. Em datînin ber xwe ku kursên Kurdî jî bidin destpêkirin.”
Hevserok Nûrî Koyun jî got, “Ew ê giraniya xwe bidin xebatên çandê. Em ê ji bo xebatên xurt ên ji bo ciwanan rê xweş bikin.”
Li Hildesheimê kongre
Li bajarê Hildesheimê jî NCDK´ê kongreya xwe ya 10´an li dar xist. Di kongreyê de peyama “Em ê xwedî li meclîsa xwe derkevin” hat dayîn.