Pîvanên nû yên stêrkên notron, derxist holê ku maddeya di nava wan de ne weke sungerê bûye. Gelek teoriyên li ser stêrkên notron, îdîa dikin ku maddeyên di nava wan de weke sungerê ne. Sedem jî ew e ku mezinahiya herdu stêrkan jî ji texmînan û wêde bû.
Gava stêrkeke dimire, diteqe, dibe ku li dûv xwe notronan bihêle ku stêrkên notron pêk tînin. Di wan de madde pirr zêde dewisiye. Ji bo mirov karibe li ber hev bigire, astrofizîkvanê NASA'yê Zaven Arzoumanian dibêje, "weke ku mirov çiyayê Everestê ewqasî bidewisîne ku bibe bipasî keviçiyekî çayê."
Lê hingê çi tê serê maddeyê kes nizane. Axir stêrka notronê çi qasî mezin be, ewqasî jî şertên di sîsika wê de dijwartir in.
Yek ji van stêrkan ku hecmê wê hema hema car û nîvê li yê roja me ye, berê wê 26 kîlometro ne. Ya din jî ku hecmê wê bêhtirî du caran li yê roja me ye, berê wê tenê 25 kîlometro ye. Yanî hecm çiqasî zêde be, berê stêrka notron piçûk dibe.
Lê tiştekî din ku mirov pê nizanin derket holê di encama lêkolînên li ser van stêrkan: Tîrêjên X ên ku ji van stêrkan belav dibin, tevî ku diviya ji du qutbên cihê diviyana belav bibin, herdu jî ji heman qutbî belav dibin. Astrofizîkvana NICER'ê ya ji Zanîngeha Amsterdamê Anna Watts dibêje, "Yanî ya li ber destê me meydaneke magnetîk a tevlîhev e. Ew resmandinên stêrkên tîrêjan diweşînin, ewkên xweşik, ji bo van herdu stêrkan şaş in. Û ev jî harîqulade ye."
Ya ku harîqulade ye, esas ew e ku em pê dihesin ku em bi ti tiştê gerdûna xwe nizanin.
NAVENDA NÛÇEYAN