Xwe her li strana Kurdî girt

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 26 Hezîran 2022 - 21:03

  • Hesen Zîrek sala 1921'ê li gundê Hermêle yê ser bi bajarê Rojhilatê Kurdistanê, Bokanê ji dayik bû. Navê bavê wî Evdila ye, nasnavê wî Zîrek e. 

Hesen Zîrek sala 1921'ê li gundê Hermêle yê ser bi bajarê Rojhilatê Kurdistanê, Bokanê ji dayik bû. Navê bavê wî Evdila ye, nasnavê wî Zîrek e.

Du birayên wî hebûne. Navê birayekî wî Hemedemîn bûye. Hê Zîrek zarok e, bavê wî dimire û rêveberiya malê dikeve stûyê wî. Piştî demekê dayika wî dizewice û Zîrek jî derbider dibe. Ew di 8-9 saliya xwe de dest bi karkeriyê dike. Di duwanzdeh saliya xwe de dîsa vedigere gundê xwe Hermêle, li ba xanan dibe meyter.

Piştî demekê diçe xerîbiyê. Ew qas dem nabihure ku li Rojhilatê Kurdistanê gund bi gund digere. Diçe cem xanekî û dibe çekdarê wî. Rojekê rûdinê û bi xwe difikire û dibêje: "Xulamtiya axayan û şêlandin û talankirin û azar û eziyetkirina gel ne karekî mirovî û ne jî camêrî ye." Lewre dest ji wî karî dikêşe û çeka axa dide wî û dest bi xebatê dike. Ew dibe berdestê şofêrekî. Lê ji bextreşiyê di navbera Seqiz û Baneyê de bi maşînê li ciwanekî dide û di encama vê qezayê de ew ciwan dimire, Zîrek jî ji tirsan direve.

Bi radyoyê dest pê kir 

Zîrek vê carê diçe Başûrê Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê. Paşê bajar bi bajar heta bi Bexdayê diçe û li wir li Meyxaneya Bakurê Mezin (Şimalê-Elkebîr) dest bi xebatê dike. Ew hem dixebite û hem jî ji xwe re distrê û gel ji dengê wî hez dike û alîkariya wî dike.

Zîrek sala 1953'yan bi alîkariya Neşet Ebdûrehman, Hemey Derwêş Kerîm, Selah û bi alîkariya Adil Îrfan li Beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê bi cih dibe û mehê bi şeş dînaran çar bernameyên stranbêjiyê pêşkêş dike. 

Radyoya Tehranê û Mîdya Xanim

Ew qederê pênc salan li beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê dixebite. Sala 1958'an vedigere Rojhiltê Kurdistanê, bajarê xwe Bokanê. Piştî demekê diçe Radyoya Mehabadê û li beşa Kurdî dixebite. Paşê jî wî dişînin Beşa Kurdî ya Radyoya Tehranê û ew li wir gelek berhemên hêja tomar dike.

Zîrek li wir bi Mîdya Xanima Zendî re dizewice. Mîdya Xanim li ser vê yekê wiha dibêje: "Ez bi xwe Kurd bûm û li Tehranê dijiyam. Ligel ku ez hê biçûk bûm û diçûm pola nehem, dîsa jî ez bi Zîrek re çûm radyoyê û bi vî awayî ew bû sedem ku min li wir dest bi kar kir. Piştî mehekê ez bi wî re zewicîm. Berhemên wê jiyanê du keç bûn. Sakar û Arezû."

HesenZîrek paşê li Radyoya Kirmanşanê gelek stran û awazan tomar dike.

Çayxaneya Hesen Zîrek

Hesen Zîrek sala 1966'an pirtûkeke bi navê "Çirîkey Kurdistan" dinivîse ku jiyana xwe vedihûne û şanzdeh stranên xwe jî tê de dinivîse.

Ferîdûnê Muradî yê ji Kirmanşanê notayên stranên wî dinivîse û Dr. Mihemed Sidîqê Muftîzade jî pêşekekê jê re dinivîse. Ew pirtûk bi alîkariya Mîdya Xanima hevsera wî tê amadekirin û tê belavkirin.

Zîrek sala 1967'an diçe Silêmaniyê û bi armanca tomarkirina stranan diçe Radyoya Bexdayê, lê sitranên wî tomar nakin. Ew tê girtin. Piştî şeş mehan wî teslîmî Îranê dikin. Piştî wê ji hevsera xwe Mîdya Xanima Zendî cuda dibe û zarokan jî dide wê.

Di havîna sala 1968'an de li nêzîkî bajarê Bane li 'Kanî Mela Ehmed' çayxaneyekê ava dike. Hingê bi hevsera xwe ya nû Rabîeyê re dijî. Ew jiyaneke nexweş û zehmet derbas dikin. Zîrek di kaseteke li Kanî Mela Ehmedê tomar kirî de dibêje: "Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, çimkî li Îran û Iraqê cihek tine ye ku ez lê bijîm."

Koça dawî li Mehabadê

Ji ber hin sedeman Hesen Zîrek li Baneyê namîne û diçe Mehabadê. Li wir jî ji ber sedama strangotinê dibe hedefa êrişa polîsan. Lewre bar dike û diçe Şinoyê. 

Hesen Zîrek roja 28 Hezîrana (li gorî hin çavkaniyan 26´ê Hezîranê e û li gorî hinekên din jî 24´ê Hezîrana) sala 1972'yan koça dawî kir, xatirê xwe ji vê dinya gewrik xwest û dengê xwe yê xweş ji me re bi cih hêla. Li ser kêla gorna wî wiha dinivîse:

Zîrek zor kird xizmetî huner
Jînit le pênaw huner birde ser
Rojgarit satê be bêxem nebû
Belam le huner hîçit kem nebû

NAVENDA NÛÇEYAN


* Pirraniya agahî û zanyariyên li ser babetê ji ber Kovara Sirwe, hejmara 139´an hatine girtin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.