Zîlan Sevînç 17 salî ye, ew li gundê Danêr yê navçeya Hezexê ya ser bi Şirnexê ye. Beriya êrişên li dijî berxwedan xwerêveberiyê li Cizîrê diçû Navenda Çand û Huner a Mem û Zînê û di nav koroya zarokan de cih digirt, ji ber ku navenda çandê hat hilweşandin niha bi derfetên xwe fêrî muzîkê dibe.
Zîlan Sevînç sala 2020'an li dibistana xwe dixwaze bi straneke Kurdî tevlî pêşbirka stranan bibe. Lê, rêvebriya dibistanê ev daxwaza wê asteng kir. Rêveber wê qaneh dikin ku bi Tirkî stranê bibêje, û ew ne bi dilê xwe vê dike. Îro jî xema vê ya giran li ser wê heye.
Ew ji vê niha aciz e. Ew hîna 5 salî bû di koroya zarokan a Navenda Çand û Huner a Mem û Zînê de bû. Ji ber ku niha derfetên kirina bi mûzîkê bi urdî pistî rûxandina navendê nemane, ew bi derfetên xwe, xwe hînî muzîka Kurdî dike.
Zîlan Sevînç ji bo daxwaza xwe ya muzîka Kurdî dibêje, "Armanca min ew e ku ez bibim hunermendeke bi nav û deng. Dixwazim ku ji hunerê Kurdî re xizmetê bikim."
MA/ŞIRNEX