Xwaringeha Arezu

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 26 Hezîran 2024 - 00:59

Arezu Ehmed (44) nişteciha navçeya Kelar ya ser bi Germiyanê ye, çend sale xwaringehek xwarinên Kurdî vekiriye. Arezu xwarinên resen yên Kurdî çêdike û digihîne cihên jê tê xwestin.

Arezu li taxek Kelarê ji dayik bûye, li herêma Germiyanê jî bi xwarinên xwe yên bi tam nav û deng e. Bi vê yekê debara jiyana xwe dike. Arezu da zanîn ku wê hertim ji xwarin çêkirinê hezkiriye û di destpêkê de li malê dest bi xwarin çêkirinê kiriye û got:“Destpêkê min li xwaringehekê dest bi kar kir, di sala 2020’an de min xwaringeha xwe bi xwe avakir. Niha xwaringeha min bûye sembola xelkê bajar û gelek serdan tên kirin.” Arezu Ehmed xwest her kes giringiyê bide xwarinên resen yên Kurdî û ev bang li malbatan kir:“Divê malbat ji xwarinên amade birevin û giringiyê bidin xwarinên resen yên Kurdî. Daxwazek zêde li ser xwarinên Kurdî heye, gelek jinên ku li malê nikarin xwarin amade bikin, daxwaz dikin ku ez wan xwarinan ji wan re çêbikim. Divê jin xwedî karên xwe yên serbixwe bin, eger aboriya me serbixwe be, em dikarin daxwazên xwe dabîn bikin. Herwiha em dikarin bawerî bi xwe bînin.”

ROJNEWS/KELAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.