Xuşîl û berxwedana 40 salan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 12 Sibat 2024 - 00:46

  • Pirtûka Ramazan Kıran ya bi navê “Xuşîl-Ber bi jiyaneke nû ve” ji Weşanên Înstîtûya Kurdî ya Amedê derket. Ramazan Kıran ev 29 sal in di hepsê de ye. Romana wî ya ku ji 488 rûpelan pêk tê behsa berxwedana 40 salan a tevgera azadî dike.

ARAT ARARAT / MUNSTER

Xuşîl navê nebatekî ye. Ev nebat nexasim li ber çemên Kurdistanê hene û gava ku tên birîn ji wan tiştekî weke şîr diherike. Nivîskar di romana xwe de serpêhatiya vê nebatê bi xwendevanan re parve dike. Ramazan Kıran pirtûka xwe diyariyê van kesên li jêr kiriye; Evdirrehman Çawîş (Eliyê Dirêj) Tekîn Kızılay, M. Nûrî Ozbay, M. Emîn Çelîk, Lokman Îlhan, Hacer Adet, Keîman Yılmaz, Gulcan Konat, Gulnaz Karataş, Bêrîtan, (Xarpêt) Gurbetellî Ersoz, Garîp Cenan, Mehmûd Guden, Guhpêl, Kenco Baytar, Abudllah Kıran, Nucan Serdoz û Nûda Karker. Wî di şexşê van kesan de romana xwe ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê yên Kurdistanê nivîsiye. 

Ramazan Kıran bi çîroka xwe ya “Leyla” di sala 2021’an de li Baselê di “Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî” de, di beşa “Çîroka Kurdî” de bû çîroka herî baş û xelat wergirt.

Bi hestên kûr behsa serpêhatiyan dike

Em bi birayê Ramazan Kıran Cîhan Kıran re li bajarê Munster ê Elmanyayê hatin gel hev. Cîhan Kıran di derbarê romana birayê xwe û her wiha tenduristiya wî de axivî û got; “Hevalê Ramazan ev pirtûk bi hestên kûr nîvîsand û tiştên nivîsandine serpêhatî ne. Yanî tiştên behsa wan dike hemû jî qewimî ne. Çawa ku ew li derve bi ruhê şoreşgerî tevgeriya li hundir ango di hepsê de jî şert û mercên zehmet zora wî nebirin û her afirand. Gava ew li hepsê bû, yanî di nava van 29 salan de diya wî Nezîra, bavê Omer, apê wî Mehmet û pismamê wî Zero (Şervan) jiyana xwe ji dest dan. Lê Ramazan nekarî tevlî merasîma cenazeyên wan bibe. Tiştê herî zor û dijwar ew bû ku ji ber şertên aborî nekarîbû tevlî merasîma cenazeyê diya xwe bibe.”

Gelek nexweşiyên wî hene

Cîhan Kıran da zanîn ku birayê wî Ramazan Kıran di sala 1995’an de, di dema xebatên rêxistinî yên nava bajaran de hatiye girtin. Kesekî giliyê wî kiriye û ew li Îdirê hatiye girtin. Piştî hatiye girtin li DGM’ya Erziromê hatiye dadgeh kirin û cezayê muebetê lê birrîne. Cîhan Kıran got; “Ew bi dorê li hepsên Erzirom, Edene, Amasya û Kırklarelî ma. Niha jî li Hepsa Boluyê dimîne. Ramazan di nav lîsteya hepsiyên nexweş de jî cih digire û gelek nexweşiyên wî hene. Di sala 2010’an de di mejiyê wî de kîst derket lê dewletê nehişt ew tedawî bibe. Ji ber nexweşiya refluyê ev 17 sal in ku derman bi kar tîne. Her wiha nexweşiyên wî yên weke ulser, migren, fitiqa stû, hemoroîd û romatîzmaya dest û lingan jî hene.” 

Kesên dixwazin pirtûka Ramazan Kıran ya bi navê “Xuşîl-Ber bi jiyaneke nû ve” bi dest bixin û bixwînin dikarin ji telefona li jêr hatiye nivîsandin bixwazin.

Telefona ji bo sîparîşan ev e; 017684016848 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.