Xizmet tine koçberî heye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 13 Nîsan 2024 - 00:17

Bajaroka Kokis ser bi navçeya Kifrî ya îdareya Germiyanê ye. Di sala 1972’yan de bûye bajarok. Li gor amarên sala 2020’an hejmara şêniyên wê 9 hezar 451 kes bû. Di dema rejîma Baas de xelkê bajarok gelek caran rû bi rûyê koçberî û êrişan bûye. Xelkê wê gelek şehîd û qurbanî dane. Lê niha xizmetguzariyek gelek kêm ji bajarok re hatiye kirin. Dibe ku li  Herêma Kurdistanê Kokis take bajarok be ku ti bazar û cihek giştî lê nebe. Bajarokê Kokis ji aliyê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ve hatiye paşguhxistin. Ji ber vê jî xelkê wê koç dikin. Xelkê Kokis derbarê nebûna xizmetguzarî û pirsgirêkên bajarok de axivîn. Ehmed Ebas got:“Pirsgirêka av û kanalîzasyonan heye. Li deverê avek zêde heye, lê xelkê Kokis bê ave. Gelek kes hene ji ber nebûna xizmetguzariyan ji bajarok koç kirine. Ti cihek nîne ku ciwanên bajarok lê rûnin û bêhndana xwe bikin.”

Serwet Îbrahîm jî got:“Dibistaneke ev bi salane nehatiye temamkirin, ma çawan çêdibe bajarokek dikan û bazarek wê nebe. Piraniya şêniyên bajarok koç dikin, yên li bajarok mane jî bê karin. Ger Kurd vî bajarokî ji dest bidin, wê Kelar jî ji dest bidin.”

Dikandarê bi navê Mewlud Salih jî got:“Ger rêya sereke bibe du xet wê xelk zêdetir serdan bike û bajarok avedan bibe.”

Li ser giliyên xelkê, Rêveberê bajaroka Kokis Salih Mihemed  got:“Tişta xelk dibêje rast e. Mixabin piştî sala 2013’an wek hemû cihên din ên Herêma Kurdistanê budceya Kokis jî hatiye birrîn. Me daxwaz kiriye ku budceyek ji bo bajarok were veqetandin. Her dema ava bendava Derbendîxan kêm tê berdan pirsgirêka avê derdikeve. Em hewl didin pirsgirêkê çareser bikin.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.