- Xwendekaran dest bi projeya “Ximava Keskesor” kiriye. Proje ew e ku berhemên nivîskî yên weke helbest, çîrok, şano, gotar, roman û wekî din, yên xwendekar û ciwanên Efrînê, di pirtûkekê de kom bike û biweşîne.
ROHAT SÎDO / ANHA/ŞEHBA
Bi hevkariya Tevgera Xwendekarên Demokratîk û Desteya Perwerdeyê ya Herêma Efrînê, xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara projeya "Ximava Keskesor" a parastina wêjeya Kurdî ji qirkirinê, dest pê kirin.
Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êriş û gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cûrbecûr helwêstên xwe nîşan didin.
Li ser mijarê, xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara ya li kantona Şehbayê projeya bi navê "Ximava Keskesor" ya wêjeyî û çandî, dan destpêkirin.
Projeya “Ximava Keskesor” bi hevkariya Tevgera Xwendekarên Demokratîk û Desteya Perwerde û Hînkirinê ya herêma Efrînê, ji aliyê xwendekaran ve hatiye destpêkirin. Proje ew e ku berhemên nivîskî yên weke helbest, çîrok, şano, gotar, roman û wekî din yên xwendekar û ciwanên Efrînê, di pirtûkekê de kom bike û biweşîne. Armanc ji projeyê ew e ku çand, wêje û hunerê Kurdî bê parastin. Hibr yanî ximava wan rûpelan bi teyise û weke kitêb bê weşandin.
‘Ximav li Mezopotamyayê belav dibe’
Berdevkê komîteya amadekar a projeyê Siyamend Faqî, destpêkê li ser nave projeyê "Ximava Keskesor" axivî û got: "Sedem ew e ku rengê Mezopotamyayê giştî digire nava xwe; Ximav (hibr) bi mebesta ximava ji çiyayên azad diherike û di welatên Mezopotamyayê de belav dibe, keskesor jî ji pirrengiya di Mezopotamyayê de heye. Ji ber wê me ev nav li projeyê kiriye.”
Faqî got, 7 kes bi projeyê radibin, ji wan 5 xwendekarên peymangehê û 2 mamoste ne, di nava xwe de du beş veqetandine, beşa teknîkê û beşa nirxandinê û bi vî rengî karê xwe dimeşînin. Faqî got, armanc ji projeyê ew e ku pênûsa ciwanên Efrînê bi êş û azarên xwe mohra xwe li wêje û çanda Kurdî bixe û weke çekeke têkoşîn, parastin û berxwedanê li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker bi kar bînin.
Di dewama axaftina xwe de, Faqî diyar kir ku nêzî 50 berhem hatine komkirin, berhem helbest, şano, kurteşano, çîrok, kurteçîrok, gotar, roman û gotinên pêşiyan in.
‘Em ê dagirkeran ji Rojava derxin’
Siyamend Faqî da zanîn ku di dîroka wêjeya Kurdî de wêjevan û helbestvanên Kurdistanê rastî êrişan hatine. Ew jî dixwazin bibin ji wê tova ku wan li Mezopotamyayê belav kiriye, ji nûve wê şîn bikin û li cîhanê belav bikin. Wî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bibin şopdarê rêya nemirên mîna Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn û Seyid Riza. Em ê wêjeya Kurdî bigihînin asta herî bilind. Weke ciwan û xwendekarên Efrînê, em ê bi vîn, têkoşîn û pênûsa xwe dewleta Tirk a dagirker ji xaka Rojava derbixin."
‘Ev proje ji bo êrîşan bersivek e’
Endama Desteya Perwerde û Hînkirinê ya herêma Efrînê, Rûken Hisên jî derbarê proje û pêşniyaza xwendekaran de got, "Ji bo bipêşxistina ziman û parastina çandê ji aliyê xwendekaran ve pêşniyaza projeyê hate kirin û weke alîkarî ji me hat xwestin ku em jî cihê xwe di beşa nirxandinê de bigirin. Niha jî li gorî ast û rewşa heyî nirxandin li ser berheman tê kirin, di dema weşanê de wê nirxandinên giran ji derve bêne kirin."
Rûken Hisên gavavêtina projeyê weke bersivdayîna her êriş û gefên li dijî herêmê tên xwarin, pênase kir û got: "Ev gav weke bersivdayîna her cure êrişan e yên ku bi ser me de tên. Gava parastin û gihandina peyamekê ye, Kurd li ku derê bin dê hebûna xwe misoger bikin."
Rûken Hisên bal bire ser wê yekê ku xwendekarên Efrînê berhemên xwe yên wêjeyî ji qirkirin û dagirkeriyê diparêzin û got, "Xwendekarên Efrînê îro xwedî li wêje, ziman û çanda xwe derketine û wê ji qirkirin û dagirkeriyê diparêzin. Hebûn û nebûna gelan bi ziman û wêjeya wan e. Wêje derbirîn, êş û jana kesayetan tîne ziman ango dinivîse.”