Xêzeromana bi navê “Temple of Refuge (Perestgeha Starê)” rêwîtiya Kurdekî ji Başûrê Kurdistanê ber bi Berlînê ve nîşan dide; ya Sartep Namiq. Armanca înîsiyatîfê ew e ku derfetan demokratîze bike û alîkariyê bide rêxistinên penaberan.

Sartep Namiq piştî ku hişkesaliyê tevahiya derfetên debarê li ber wî girtin, biryar da ku welatê xwe bi cih bihêle. Ew kete nava pêla penaberan û wî berê xwe da Elmanyayê.

Perestgeha Starê bi rastî behsa perestgehekê nake. Balê dibe ser navê balefirgeheke li Berlînê: Tempelhof. Ev balefirgeha Naziyan çêkirî, bi pêla penaberan re veguherî kampeke ji bo penaberan a demkî. Sertep Namiq di kitêbê de her tişt weke çîrokeke gelêrî bi xewnewarî nîşan daye, ji ber wê jî dibêje, “Helbet ev çîrokeke şevan a modern e.” Lê zêde dike û dibêje, “çima na!” Bi ya wî her kes divê karibe xewn û xeyalên jiyaneke xweş bibîne.

Çîrok ya Sartep Namiq jî be, yê ku çîrok xêzkirî Felix Mertikat e. Kitêb wê Adara bê bi 5 hezar nusxeyan çap bibe. . Weşanên Egmont wê kitêbê bifiroşin û dahata ji kitêbê jî bidin rêxistina rizgarkirina penaberan li deryayê Sea-Watchê.

Neue Auftraggeber wekî din plan dike ku 10 hezar nusxeyan belaş li dibistanên Elmanyayê belav bike. 
 

BERLÎN