Xêz û resmên zarokên otîstîk

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Hezîran 2025 - 00:12

Navenda Otîzmê ya Silêmaniyê 150 tabloyên ku ji aliyê zarokên otîzm ve hatibûn xêzkirin, di pêşangehekê de nîşanda. Rêveberê navendê jî diyar kir ku armanca wan ewe ku kêrhatinên zarokên otîzm nîşan din.

Rêveberê Navenda Otîzmê Rehman Elî li ser armanca vekirina pêşangehê got: “150 wêneyên ku ji aliyê 32 zarokên otîzm ve hatine xêzkirin, di pêşangehê de hatine nîşandan. Hinek ji van zarokan dikarin wêneyan xêz kin, hinek jî tenê dikarin pênûsê bigrin û kaxezê xêz bikin. Armanca me ewe ku bi vê pêşangehê em kêrhatina zarokên otîzm nîşandin.”

Rehman Elî diyarkir ku li cîhanê çareseriya derman ji bo zarokên otîzm nîne, tenê tên perwerdekirin û got: “Navenda me dikare 75 zarokên temenê wan di navbera 3 ta 12 saliyê de wergire. Li navenda me perwerdeya ku zarok pê pêşkevin tê dayîn.”

ROJNEWS/SILÊMANΠ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.