Xeyat bi pêşangehekê bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Adar 2024 - 00:36

  • Li Navenda Çandê ya Kerkûkê ji bo bibîranîna hunermend Şukur Xeyat pêşangeheke wêneyan hate vekirin. Ev çalakî ji hêla Şaxa Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê ya Kerkûkê ve hate lidarxistin.

Şêwekar Sozan Feysel der barê pêşangehê de axivî û got: “Ji bo min cihê şanaziyê ye ku ez beşdarî pêşangeheke wiha dibim ku tê de hunermendê Kurd Şukur Xeyat tê bibîranîn. Wekî ku em hemû dizanin, hunermend Şukur Xeyat bi rêya hunera xwe xizmeteke mezin li Kerkûk û devera Germiyanê kiriye. Lewma cihê şanaziyê ye ku îro wek şêwekarekê rola min di bibîranîna hunermendê Kurd de heye.”

Serokê Şaxa Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê ya Kerkûkê Sîrwan Umer jî axivî û got: “Me wek Şaxa Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê ya Kerkûkê ev pêşangeh saz kir. Wek sendîka erka li ser milên me ye ku em wan hunermendên koçkirî bi bîr bînin.”

Pêşangeh ji 65 tabloyan pêk tê

Sîrwan Umer da xuyakirin ku pêşangeh ji 65 tabloyan pêk tê û di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ji bo siberojê projeyeke me heye ku em pêşangehên wiha ji bo wan hunermendan vekin ku di jiyanê de ne. Em her tim hewl didin ku bi giştî xizmeta hemû hunermendên warên cuda yên hunerê bikin. Em li gorî hêza xwe xizmeta hunerê dikin li bajarê Kerkûkê û me gelek kursên hunerî vekirine.”

Xizmeta awaz û stranên Kurdî kir

Hêjayî gotinê ye ku Şukur Mihemed Qadir naskirî bi Şukur Xeyat yek ji hunermendên Kurdistanê yên resen e û di sala 1940’î de ji dayik bûye û disala 1953’yan de çûye nav cîhana hunera Kurdî û dest bi gotina beste û meqaman kiriye. Şukur Xeyat di sala 1955’an de berhema xwe ya yekem a hunerî li ser destên Mamosta Elî Merdan tomar kiriye. Şukur Xeyat heta henaseyên xwe yên jiyanê yên dawîn jî xizmeta awaz û stranên Kurdî yên resen kiriye.

Di sala 2023’an de wefat kir

Şukur Xeyat tevî hunera xwe, ji sala 1957’an û pê ve karê xeyatiyê jî dike. Ji ber ku nekariye bi xebatên hunerî îdareya xwe bike. Li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê geriyaye û çend salan jî li Rojhilatê Kurdistanê maye. Şukur Xeyat di sala 2023’yan de piştî ku 11 rojan li nexweşxaneyê ma koça dawî kir.

ANF/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.