Xeyaletên ji ewran

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Mijdar 2021 - 23:09

  • Zivistan bi xwe re ewrên xwe jî tîne, tenê ne ewr, her wiha ew mij û morana xwe jî tîne. Hin kes ji me qet ji zivistanê hez nakin û naxwazin ne mijê û ne jî ewran bibînin.

Zivistan bi xwe re ewrên xwe jî tîne, tenê ne ewr, her wiha ew mij û morana xwe jî tîne. Hin kes ji me qet ji zivistanê hez nakin û naxwazin ne mijê û ne jî ewran bibînin. Lê hin ji me ji ewran û mijê hez dikin bi qasî ku ji wan xeyaletên çavreş çêbikin û ji xwe re bikin malzemeyê hunerê. 

Vorja sanchez, hunermendekî ji Barcelonayê ye û wî bi ewran xeyalet çêkirine. Sanchez, me li deşt û newalan wek ku em di xewnekê de bin, digerîne û ev xeyaletên wî yên ji ewran jî di xewnên me de digerin. Xeyaletên wî ewqasî jî tirsnak nînin, berovajî vê yekê ew hinek jî şîrînok tên xuyanê.

Sanchez destpêkê wenêyên deşt û newalan digire û li ser van wêneyan hin guhertinên piçûk çêdike. Bi qelemeke zirav şêwe dide ewran û di nav mijê de wan bi çavên reş nîşan dide. Dest û lingên dirêj li ewran zêde dike û weke ku ew di nav xwezayê de dimeşin yan jî xwe bi çiyan ve hildikişin, nîşan dide. 

Dibe ku xeyaletên wî yên ji ewran, wek tiştekî bêyom xuya bikin, lê Sanchez heta jê tê wan xweşik û bi awirên meraqdar çêkirine. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.