Xewna xwe kir rastî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 10 Tîrmeh 2024 - 00:19

EHMED SEMÎR / ANHA / QAMIŞLO

Alya Bekir ji bajarê Efrînê ye. Piştî dagirkirina Efrînê, Alya tê Qamişloyê û xwendina xwe li Zanîngeha Rojava didomîne. Piştî keda 5 salan a li Fakulteya Endazyariya Mîmariya Jîngehî, xewna xwe ya zarokatiyê ku bibe endazyara avahisaziya ekolojîk, bi cih anî. Beriya çend rojan Alya Bekir tevî 8 hevalên xwe yên zanîngehê projeya derçûnê pêşkêş kir.

Alya 5 mehan bi projeya xwe ya derçûnê ve mijûl bûye. Projeya Alyayê ya derçûnê avakirina navenda lêkolînên çandiniyê ye. Alyayê li ser projeya xwe got:“Min xwest vê projeyê li bajarê xwe ava bikim, ji ber ku hewcedariya wê pê heye. Eger ev proje pêk bihata wê ya yekemîn bûya.” Li gorî projeyê, qada avahiyê navenda lêkolînên çandiniyê 6 hektar e. Di projeyê de beşek ji bo karkeran heye ku lêkolîner çavdêriya wan dikin, cotkar perwerdeyan li ser çandina daran dibînin. Alyayê destnîşan kir ku cotkarên li herêmê tu lêkolînên berfireh li ser nexweşiyên zeytûnan nedîtine. Her wiha di projeyê de navenda lêkolînên çandiniyê heye ku pêşxistina çandiniya zeytûnan, başkirina kalîteya zeytê û perwerdekirina cotkaran li ser rêbazên herî baş ên çandiniyê armanc dike. Di heman demê de kargeha guvaştina zeytûnan, cihê dagirtina zeytê û kargeha çêkirina hebên vîtamîna zeyta zeytûnan hene. Alya Bekir diyar kir ku lêkolîna wê di radeya yekemîn de li ser esasê sûdwergirtina ji zeyta zeytûnan di çêkirina sabûn û madeyên ciwankariyê de û ji madeya "bêrîn" ya ji dara zeytûnan tê derxistin ku ji zeyta wê zeyta şewitî tê çêkirin. Di projeyê de kargeha ku bermahî û pelên zeytûnan dikin komir û semad û stasyoneke avê jî hene.

Proje dostê jîngehê ye

Alyayê got:"Ji bo parastina jîngehê min herêmeke tampon ku ji dîwar, qadên heşîn û beşên avê yên dûrî qirêjî û qelebalixê çêkiriye. Min di avakirina avahiyê de jî madeyên jîngehparêz û enerjiya tavê bi kar anîne. Min li rûyê avahiyê hêşîn bi kar aniye da ku wê ji hewa û tîrêja rojê paqij bike."

Endazyarê mîmarî û hîndekarê li Fakulteya Endazyariya Jîngehê ya Zanîngeha Rojava Fadil Îbrahîm jî li ser projeya derçûnê ya Alya Bekir got:"Asta Alyayê bi dest xistiye, encama keda 5 salan a xwendin û perwerdeyê ye. Projeya wê wê di siberojê de xizmeta herêmê bike." Fadil Îbrahîm der barê projeyên xwendekaran de jî diyar kir ku projeya avakirinê di projeyên xwendekaran de ji sedî 40 derbas kiriye û got: “Ev tê vê wateyê ku ev proje guncaw in û dostên jîngehê ne. Em bi hêvî ne ku li ser erdê pêk werin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.